Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gelê kurd dê bersivek dîrokî bide vê rûmetşikandinê

Kurd di dîrokê de gelek caran rastê komkujiyan, neheqiyan, asîmîlasyonê hatin. Gelek deq û dolab li hemberî kurdan hat avakirin. Bi qasê gelê kurd tu kes û tu gel rastê evqas plansaziyên tunekirinê, asîmîlasyonê, pişaftinê nehat. Li gel hemû êrîşan dîsa jî di demên borî de êrîşkaran armanca xwe vedişartin, çîroka biratiyê vedigotin. Tu car bi qasê îro desthilatdaran niyet û armanca xwe evqas aşkera nekirin.

Li gel hemû êrîşên dîrokî, plansaziya tunekirin û qirkirinê tu car bi qasê îro kurd rastê heqaretê, rûmetşikandinê nehat. Hikûmeta AKP’ê hikûmeta rûmetşikandina gele kurd e. Ev partî bi vê armancê hatiye avakirin, bi vê armancê hate peyvirdarkirin û hebûna xwe û hêza xwe jî deyndarê vê yekê ye.

Desteserkirina îradeya kurdan, dagirkirina şarederiyan, pergala qeyûman heqareta li hemberî gelê kurd e. Dewlet di vê serdemê de ji kurdan re dibêje, “ez te nas nakim, ez îradeya te qebûl nakim, li hemberî min tu maf û azadiya te tune ye. Min te tune nekir lê belê ez ê hêz û îradeya ku te derxistiye holê bişikîn im.” Dewlet bi vê yekê di heman demê de îtîraf dike ku gelê kurd êdî xwedî hêz û îrade ye. Niha dert û elema desthilatdara hêz û rêxistibûna gele kurd e. Ew kurdê bindest, bê hêz, xûlam, bêser û ber dixwazin. Lewma evqas bi pergal, mayînde, bi plansazî êrîşê kurdan dikin. Dixwazin bi van êrîş û bertekan vê îradeyê bişikîn in. Sedsala ewil dixwestin ku gelê kurd tune bikin, ji perên dîrokê bikolin. Lê kurdan li gel van êrîşên tunekirinê bi têkoşîna bêhempa hêza xwe mezin kirin. Ji nû ve xwe afirandin. Îro wekî hêzeke sereke di rojeva dinyayê de ne. Têkoşîna gelê kurd îro îlham dide gelên cîhanê yên bindest. AKP û dewlet dixwaze vê hêzê bişikîne. Vê yekê jî bi rê û rêbazên heqaretê pêk tînin.

Lewma her roj şarederiyeke kurdan desteser dike. Bi hêza leşkerî û çekdarî dest dide ser şarederiyan. Dema ku vê yekê dike jî hemû rûyê xwe yê dagirkeriyê dide der. Tu fikara wî ya “ez rastiya xwe veşêrim, hinek şirîn bixuyêm, wekî ku di çarçoveya hiqûqê de gavan diavêjim bidim nîşandan” nema ye. Tenê ne di mijaran qeyûman de di mijara dagirkirina Rojava de, di mijara êrîşên li hemberî siyaseta demokratîk û siyaseta kurd jî bi heman zordestiyê tevdigere. Mesela li gel hemû bêhiqûqiya xwe car caran hikûmeta AKP’ê li hemberî darbekeran jî hiqûqê bikar tîne. Herî dawî parlamenterê berê yê CHP’ê Eren Erdem, Ahmet Altan, Nazli Ilicak hatin berdan. Lê belê heza serdest mudaxeleyê biryara serbestberdana Abdullah Zeydan kir û nehîşt bê tehliyekirin.

Ev êrîş, heqaret, rûmetşikandin evqas aşkera tê meşandin. Li gel vê yekê kurd têkoşînek mezin dimeşînin. Lê rê û rêbazên berê li hemberî vê rûmetşikandinê kêm dimîne. Pêwîst e gelê kurd bi hêz û qudreta xwe helwestek nû bide nîşandan. Divê bi helwestek zelal vê rûmetşikandinê bibersivîne.  Dema ku rê û rêbazên têkoşîna demokratîk evqas hatibe xitimandin dê gelê kurd çi biryar bide?

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar