Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Gelê kurd di çarçoveya peyama Ocalan de çûn ser sindoqê’

Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek got ku encama hilbijartina 23’yê ji bo demokratîkirina Tirkiyeyê di nava civakê de hêviyek çê kir û wiha dom kir: “Berevajî spekulesyonên hikûmetê, gelê kurd peyama birêz Ocalan rast xwend û çû ser sindoqê.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Cengîz Çîçek têkildarî encamên hilbijartinê ya Stenbolê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Îrfan Tuncçelîk û Nacî Kaya re axivî. Çîçek diyar kir ku gelê kurd di hilbijartina Stenbolê de li gorî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevgeriyaye û çûye ser sindoqê.

Cengîz Çîçek diyar kir ku encama hilbijartina Stenbolê ji hemû polîtîkayên zext û zilmê re û ji bo destilatiyê peyameke girînge. Çîçek destnîşan kir ku hilbijartina Stenbolê di heman demê de xeta têkoşîneke polîtîk e û wiha dom kir: “Encamên hilbijartinê, ji bo demokratîkbûyînê di nava civakê de hêviyek çê kir. Ji bo tifaqa ‘Di mijara tifaqa demokrasiyê de pêwîste hevparî çê bibe. Em dibînin ku rêya sêyemîn li Tirkiyeyê bingeha tifaqa demokrasiyê ava kiriye. Di vê çarçoveyê de, em dixwazin hemû partî û hêzên muxalîf ên civakê li ser bingeha xeta sêyemîn birêxistin bikin.”

Peyamên Ocalan

Di berdewamê de jî Çîçek diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aktorekî polîtîke û wiha pê de çû: “Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriyê, rêbereke pêşenge. Ji bo beşeke mezin a kurdan jî rêberekî mezine. Divê ev yek bê qebûlkirin. Ge ku alîkariya birêz Ocalan a ji bo siyaseta demokratîk neyê dîtin û tenê di çarçoveya peyama hilbijartinê de binirxînin, dê ev tenê weke xwe xapandinekî polîtîk be. Dixwazin hewldan û têkoşîna birêz Ocalan a ji bo demokatîkirina Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ji nedîtî ve bên. Ger ku bixwazin birêz Ocalan baş nas bikin û Tirkiye derbasî pêvajoya demokrasiyê bibe, divê tecrîda li îmraliyê bi dawî bibe.”

‘Kurdan plana AKP’ê têk bir’

Çîçek gotinên Tayyîp Erdogan ên der barê Ocalan de jî bibîr xist û wiha domand: “Ev îdia nîşaneya exlaqê wan ê rizî ye. Dixwestin bi ser nameya birêz Ocalan re nêzikatiyekî spekulatîf pêş bixin û kurdan ji sindoqan dûr bixin. Lê kurdan ev plan têk bir û peyam rast xwend. Ji ber ku gelê kurd birêz Ocalan baş nas dike. Heta duh jî bi dehezaran mirov ji bo birêz Ocalan di greva birçîbûnê de bûn. Bi gotineke Ocalan ev pêvajo bi dawî bû. Kurd û dostên wan ji bo azadiya Ocalan bi salane têdikoşin. Serdest jî ji vê girêdana mezin a civakê û Ocalan ditirsin. Esasê tecrîda li ser Ocalan, hewldana ji bo qutkirina gel a ji Ocalan e.”

‘Me ji bo têkbirina faşîzmê dengê xwe da’

Herî dawî jî Çîçek ev tişt anî ziman: “Gelê kurd peyama birêz Ocalan baş xwend û çû ser sindoqan. Me ji bo ku Tirkiye asayî bibe dengê xwe da. Me ji bo têkbirina faşîzma AKP’ê deng da. Me dengê xwe da siyaseta demokratîk. Bi hilbijartina Stenbolê re careke din xuya bû ku li Tirkiyeyê bêyî kurdan demokrasî nepêkane. Gelê kurd û bindestên din bi 23’yê hezîranê peyama ‘bêyî me demokrasî nepêkane’ da. HDP dê li ser vî esasî, kolan bi kolan xwe birêxistin bike. Li Stenbolê zêdetirî milyoneke hilbijêrên HDP’ê çûn ser sindoqan. Divê CHP jî muhasebeya xwe ya dîrokî bike.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar