Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Gelê kurd di rakirina tecrîdê de bi israr e’

Kirkazak diyar kir ku daxwaza herî mezin a civînên gel ên li Amedê rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: "Ji bo rakirina tecrîdê dê yek ji xebatên me yên girîng jî ew be ku em têkoşînê bi gel re birêxistin bikin."

Civînên gel ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk li 7 herêman didomin. Siyaseta kurd li kuçe, tax û gundan bi gel re dicive û guh li daxwaz û pêşniyazên gel dike.

Civînên gel ên li Amedê ku di 14’ê Tîrmehê de dest pê kiribûn bênavber didomin. Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Cahît Kirkazak di çarçoveya xebatan de li nêzî hefteyekê ye tevlî gelek civînan bûye. Kirkazak têkildarî civînên gel axivî.

Kirkazak ragihand ku dê civînên wan heya 25’ê tîrmehê li 7 herêmên Tirkiyeyê û herêmên erdhejê bidomin û got ku di civînan de pêşniyazên xurt derketine holê. Kirkazak destnîşan kir ku di civînan de texrîbatên ku komara tekparêz a sedsalî afirandine û êrîşên li ser gelê kurd derketine pêş û got: “Ji bo ’em ê pêvajoya li pêşiya xwe çawa ava bikin?’ rexne, tespît û pêşniyazên girîng hene. Em ê van hemûyan bi hev re binirxînin û bi pêvajoya konferansê re li ser pêşniyazên gelê xwe biryarekê bidin û pêvajoyeke nû birêxistin bikin.”

‘Gelê kurd di rakirina tecrîdê de bi israr e’

Kirkazak anî ziman ku di civînên gel de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tê nîqaşkirin û wiha pê de çû: “A rast astengkirina rola birêz Ocaan a ji bo gelê kurd, dibe sedema şerê sedsalî û înkarkirinê. Gelê kurd di vî warî de pir hesas e û di rakirina tecrîdê de bi israr e. Di civînan de ji bo rakirina tecrîdê îşaret bi têkoşîneke xurt tê kirin.”

‘Tecrîd xirabiyeke li civaka Tirkiyeyê ye’

Kirkazak bibîr xist ku pêkanînên li Îmraliyê li Tirkiyeyê tên pêkanîn û wiha got: “Tecrîda ku AKP’ê li Îmraliyê daye destpêkirin, mixabin îro ro sîrayetî hemû qadên jiyanê kiriye. Divê hemû derdorên civakê li dijî vê tecrîda ku li hemberî mafên bingehîn ên mirovan e xwedî helwest be. Ev tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan, xirabiyeke li civaka Tirkiyeyê ye. Em wekî partiyeke siyasî ku siyaseteke civakî dimeşînin, em dibêjin ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî hewce be kî rola xwe bilîze ku ê herî pêşî birêz Ocalan e, divê rola xwe bilîze. Ji bo rakirina tecrîdê dê yek ji xebatên me yên girîng jî ew be ku em têkoşînê bi gel re birêxistin bikin.”

‘Siyaseta Rêya Sêyem’

Kirkazak diyar kir ku di civînan de hatiye rexnekirin ku siyaseta Rêya Sêyem baş ji gel re nehatiye gotin û got: “Li Tirkiyeyê du blokên wekî hev hene. Bloka muhafizekar û netewperest ya xwe di AKP’ê de dide der û bloka sekuler-tekparêz a ku xwe di CHP’ê de dide der. Civaka Tirkiyeyê ne mecbûr e ji van her du blokan yekê hilbijêre. Ya ku van her duyan jî qebûl nake û doza jiyaneke wekhev-azad dike û doza demokratîkbûyîna komarê dike jî siyaseta Rêya Sêyem e.”

Kirkazak bilêv kir ku di civînan de bi taybetî hatiye ragihandin ku divê namzet ji herêmê bên bijartin û biryar bi gel re bên girtin û got: “Ev jî daxwazeke mafdar e. Rêveberiya xwecihî, tenê bi daxilbûna mirovên herêmê dikare bê çareserkirin.”

Kirkazak anî ziman ku di civînan de hatiye pêşniyazkirin ku divê li dijî tayinkirina qeyûman têkoşîneke xurt bê avakirin.

Kirkazak da zanîn ku dê piştî civînên gel di navbera 25’ê tîrmehê û 5’ê tebaxê de hin komxebatan bikin û tiştên hatine pêşniyazkirin û rexnekirin dê wekî polîtîka bên diyarkirin û polîtîkayên hevpar jî bi konferansan nîqaş bikin. Kirkazak bilêv kir ku dê nîveka duduyan a meha tebaxê ji bo konferansan veqetînin û paşê dê kongreyê li dar bixin û bi vê re jî nexşerêya pêvajoya nû diyar bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar