Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gelê kurd di têkoşîna azadiyê de bi biryar e

Serokê CÎK'ê Mele Şevket Çakir diyar kir ku di dîroka mirovahiyê de hovîtî û zilmeke bi vî rengî nîne û wiha got: “Gelê kurd wê xwedî li Rêberê xwe û daxwazên zarokên xwe yên girtî derkeve. Gelê me di têkoşîna azadiyê de bi biryar e."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê li dijî pergala kapîtalîst berxweneke bêhempa dimeşîne. Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Çevket Çakir û Serokê Giştî yê Tevgera Alimên Îslamî û Kurdistanî ya Hemdem û Nûjen Hafiz Ahmet Tûrhalli têkildarî tecrîda mûtleq a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin, berxwedana li zindanan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê axivîn.

Mele Şevket Çakir li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê banga yekîtiyê li gelê kurd kir ku li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe bide. Çakir got, “Dijminên kurdan nabe dostê parçeyekî Kurdistanê. Tirs û fikara me ew e ku li başûrê Kurdistanê bira bêne kuştin. Divê em pêşî li vê yekê bigirin. Eger em nikarin pêşî li vê bigirin gelê me wê bi temamî winda bike. Yên ku îro weke dostê wan tê dîtin sibe wê bibin dijmin. Eger Tevgera Azadiyê ya Kurd lawaz bibe wê dor bê Başûr. Divê gelê me li ber van êrişan rabe, divê destûr ji mirina bira re neyê dayin.”

‘Rêber Apo ji bo azadiya civakê berdêlên giran da’

Mele Çakir bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêber Apo ku 39 meh in agahî jê nayê wergirtin û wiha domand, “Rêber Apo ji bo azadiya vî gelî berdêlên giran da. Ji bo vî gelî her tişt kir. Ji bo azadiya vî gelî hîn jî berdêlan dide. Sê sal derbas bûn, kes agahiyê jê nikare werbigire. Nahêlin malbat û parêzerên Rêber Apo biçin hevdîtinê. Di dîroka mirovahiyê de hovîtî û zilmeke bi vî rengî nîne.”

Çakir bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdê di çalakiyê de ne û destnîşan kir ku civak divê li hemberî zilma li zindanan helwestê nîşan bide û wiha pêde çû: “Gelê kurd wê xwedî li Rêberê xwe û daxwazên zarokên xwe yên girtî derkeve. Gelê me di têkoşîna azadiyê de bi biryar e.”

Rêber Apo pêşengiya têkoşînê dike

Serokê Giştî yê Tevgera Alimên Îslamî û Kurdistanî ya Hemdem û Nûjen Hafiz Ahmet Tûrhalli jî anî ziman ku gelê Kurd ji ber ku daxwaza mafên xwe yên desteserkirî dixwaze tê cezakirin. Tûrhalli diyar kir ku Rêber Apo ji ber ku mafên gelê kurd diparêze dibe hedef û destnîşan kir, ji ber pirsgirêkên exlaqî, îslamî û mirovî yên gelê kurd nîşan dide, ji ber ku pêşengiyê ji têkoşînê re dike, hewl didin tolê jê hilînin.

Tûrhalli bi bîr xist ku Rêber Apo bi salan e tê tecrîdkirin, mafên wî yên hiqûqî têne desteserkirin û anî ziman ku ev yek ji aliyê mirovî û exlaqî ve divê bê lêpirsîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi salan e em nikarin agahiyê jê werbigirin. Ji bo vê rewa bikin, bêyî ku li ber xwe bikevin dibêjin wan cezayê dîsîplînê dane. Mirovek bi tena serê xwe di hucreyekê de ne û radibin dibêjin ‘me cezayê dîsîplînê dan’. Bêyî ku bihêlin mafekî xwe yê hiqûqî bi kar bîne. Hemû pirsgirêkên me li wir dixitimin. Dadgehên wan ji bo wê yekê ava bûne ku em daxwaza mafên xwe nekin, daxwazên me bitepisînin. Di dema Şêx Seîd de ciwanekî kurd ji ber ku bi tirkî nizanîbû hate darvekirin. Dadgehan ji bo mezinkirina vê zilmê bi kar tînin. Leşkerên wan jî ji bo kuştina kurdan li pey berfirehkirina dagirkeriyê ne. Weke gelekî qedîm divê em berxwedan û têkoşîna xwe hîn mezin bikin. Misilman, xiristiyan, elewî, êzidî; gelê me divê bi temamî li ber xwe bide, têbikoşe. Em bi hev re têbikoşin û vê zilmê ji ser gelê xwe rakin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar