Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Gelê kurd diherike Amarayê

Gele kurd ji bo 73’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelek navendan berê xwe dan Amarayê. Komên ku di noxteyên kombûnê de govendê digerînin, azadiya Ocalan daxwaz dikin

Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 23 sal in di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin, dikeve 73 saliya xwe. Bi rojane li gelek bajaran bi boneya 73’yemîn rojbûna Ocalan şitil tên danîn. Îro wê li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Ocalan lê ji dayik bûye, bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê yên Malbatên Girtî û Hikumxwaran ên MED’ê (MED TUHAD-FED) bi beşdariya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şahiyeke girseyî bê lidarxistin.

Welatiyên ku dixwazin beşdarî pîrozbahiyê bin ji duh bi şev ve ber bi Amarayê ve ketin rê. Welatiyên ji Amed, Botan, Serhat û Çûkûrovayê berê xwe dan Amarayê li gelek cihan ji aliyê leşker û polîsan ve hatin astengkirin. Tevî astengkirinan jî welatiyên hewl didin biçin Amarayê, ber bi Xelfetiyê ve diçin. Leşker û polîsên ku dixwazin rêwitiya welatiyan asteng bikin, piştî derketina rêya Bîrecîkê ku dizivire Xelfetiyê barikat danîne û 2 roj in hewl didin ketina navçeyê asteng bikin. Welatiyên gihiştin derketina otobanê, li gîşeyan kom dibin. Welatî li cihê ku lê kombûne govendê digerînin û dirûşmeya “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz dikin.

Polîsan di rêyên din ên diçin Xelfetiyê jî barikat danîne. Welatiyên ku ji derdora gundên Amarayê dixwazin tev li pîrozbahiyan bibin, li gundê Gogan hatin gelhev. Welatiyên li Goganê hatin gelhev, bi gerandina govendê dirûşmeya “Rojbûna te pîroz be” berzkirin. Tê payîn ku welatî piştî pîrozbahiyê bimeşin Amarayê.

Li aliyê din hat hînbûn ku komeke hunermendên ji Edeneyê hatine, parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan û endamên HDP’ê gihiştine gund û li bendê ne ku bi malbata Ocalan re welatiyan pêşwazî bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar