PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

‘Gelê kurd divê êdî biryara çarenûsa xwe bide’

Endamên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û KNK’ê têkildarî xebatên yekitiya neteweyî axivîn û diyar kirin divê partiyên siyasî ji bo destkeftiyên niştimanî, dev ji mijarên hizbî berdin. Endaman got ku divê kurd êdî biryara çarenûsa xwe bidin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) xebatên xwe yên ji bo avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd didomîne. Di vê çarçoveyê de jî ev demeke li başûrê Kurdistanê bi partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û bi derdorên cuda re hevdîtinan dike. Têkildarî mijarê endama rêveberiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Nîga Seîd û endamê KNK’ê Zekerya Hewramî ji Rojnewsê bi Herêm Qadir re axivîn.

Der barê mijarê de Nîga Seîd anî ziman ku ji ber nebûna yekitiyê, gelek caran destkeftiyên gelê kurd ji dest derketine. Seîd wiha domand: “Ger aliyên siyasî ji bo destkeftiyê nîştimanî dev ji mijarên hizbî bernedin, dê nekaribin bigihin armancên xwe jî. Divê hizb dostên gelê xwe bin û bi miletê xwe re bin.”

Divê tu kes êdî nebe dardestê dewletan

Endamê KNK’ê Zekerya Hewramî jî diyar kir ku ji sala 1999’an ve ji bo lidarxistina kongreya neteweyî xebat tên kirin û got: “Ji ber ku li Rojhilata Navîn guhertinên mezin çêdibin. Ger gelê kurd weke niha ji hev parçe be, dê rewş xirab bibe û destkeftiyên heyî jî dê ji dest biçin. Hinek aliyên siyasî, bi Îranê re û hinek jî bi Tirkiyeyê re ne. Ji ber vê yekê jî hewldanên beriya niha hatine kirin, negihiştin armanca xwe. Divê êdî ew alî nebin dardestê wan dewletan. Divê kurd êdî xwe bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar