Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Gelê kurd dixwaze ku ev sedsal bibe sedsala yekitiya neteweyî’

Endama Dîwana KCD’ê Mekiye Guzel diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd ji yekitiyê re amade ye. Guzel bi lêv kir ku ger ku kurd nebin yek, dê di vê sedsalê de jî bêstatû bimînin. Guzel da zanîn ku gelê kurd dixwaze ev sedsal bi sedsala yekitiya neteweyî

Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê re, mijara yekitiya neteweyî  ya gelê kurd, di rojeva kurdan de cihekî berfireh girt. Der barê mijarê de endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mekiye Guzel ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.

Mekiye Guzel anî ziman ku êrîşên li dijî gelê kurd her ku diçe zêdetir dibin û wiha got: “Rêya pêşîlêgirtina van êrîşan jî, yekitiya neteweyî ya gelê kurd e. Di vê sedsalê de mijara herî girîng a kurdan, yekitî ye. Kurdistan hatiye parçvekirin û ev yek li pêşiya yekitiyê astengiya herî mezin e. Di sedsala bihûrî de kurd nebûn yek û hêzên emperyal Kurdistan kirin çar parçe. Lê îro firsendekî gelek girîng û mezin ketiye destê kurdan. Li erdnîgariya kurdan şer heye û gefên mezin li ser kurdan hene. Tevahiya cîhanê li ser parçekirina kurdan diaxivin. Divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin û kurd yekitiya xwe ava bikin. Ger ev firsend ji dest biçe, dê kurd di vê sedsalê de jî bêstatû bimînin.”

‘Divê xebatên yekitiyê bidomin’

Di berdewamê de jî Guzel bi lêv kir ku gelê kurd ji bo yekitiya neteweyî amade ye û wiha dom kir: “Li dijî kîjan parçeyê êrîş hebe, li her çar parçeyan kurd bi yek dengî li dij derdikeve. Gelê kurd li her çar parçeyan bûye yek. Divê em vê yekitiyê bi mekanizmayê ve girê bidin û xebatên Kongreya Neteweyeyî ya Kurdistanê li cihê ku lê mabû bidomînin. Divê em êdî yekitiya neteweyî ava bikin. Bi vê yekitiyê re em ê bikarin pêşî li van êrîş û komkujiyan bigirin. Divê em lezê bidin van xebatan. Ger di Şerê 1’emîn ê Cîhanê de kurd yekbûna, Kurdistan parçe nedibû. Ji ber nebûna yekitiyê bû ku Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê hebûna kurdan înkar kirin. Ji ber vê jî avakirina yekitiyê pir girîng e.”

‘Kurd bi hêz in û dê pêşeroja xwe diyar bikin’

Herî dawî jî Guzel ev tişt destnîşan kir: “Her netewe qedera xwe bi destê xwe dinivîsîne. Lê ya kurdan îro bi destê kujerên wan tê diyarkirin. Kurd li Rojhilata Navîn aktorên serek e ne. Êdî xwedî wê hêzê ye ku bi destê xwe pêşeroja xwe diyar bike. Kurd dixwazin êdî xwedî statû bin. Li Rojava li dijî zilim û dagirkeriyê tekoşîneke mezin heye. Li Rojhilat kurd rabûne ser pêyan û Başûr xwedî li îradeya xwe derdikeve.  Li her deverê kurd yekitiyê diqîrin. Dixwazin ev sedsal bibe sedsala yekitiya neteweyî ya kurdan.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar