Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gelê kurd îxaneta PDK’ê bi çalakiyan şermezar dikin

Gelê kurd ji ber piştgiriya PDK’ê ya bi dewleta tirk a qirkerê kurd e, bi çalakiyekê li Lûzernê bi tundî şermezar kir û gotin: “Di 23'ê tebaxê de dewleta tirk a faşîst bi piştgiriya PDK'ê êrîş kir û xebatkarê Jin TV Necmedîn Feysel şehîd bû, nûçegihan Delîla Egîd jî birîndar bû. Em van êrîşan lanet û şermezar dikin.”

Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Lûzernê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) Kurdistanî li ber Bahnhofplatzê li hev kom bûn û çalakiyek lidar xistin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir.

Di çalakiyê de ku li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re dirûşm hatin qîrîn û bi navê TCŞ û TêkoJIN Sarîna Kara bi Almanî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de işaret bi qetilkirina sivîlan hate kirin û hate gotin: “Li Rojava jî dewleta tirk a faşîst li pey provokasyonan e. Bi êrîşan û rêbazên şerê taybet ên li dijî jinan, êrîşî têkoşîna jinan û çapemeniya azad dike. 23’ê tebaxê dewleta tirk a faşîst bi piştgiriya PDK’ê êrîş kir û xebatkarê Jin TV Necmedîn Feysel şehîd bû, nûçegihan Delîla Egîd jî birîndar bû. Em van êrîşan şermezar dikin, êrîşên li dijî çapemeniya azad şermezar dikin.”

Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar