Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gelê kurd li ser piyan e

Li dijî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê gelê kurd bi bertek û bi hêrs e. Li gel êrîşên faşîzan ên polîsên rejîma AKP/MHP gelê kurd xwedî li vîna xwe dertên û berxwedanê geş dikin

Duh desthilatiya AKP/MHP’ê careke din vîna gelê kurd nas nekirin û xesp kirin. Rejîma AKP/MHP’ê li dijî gelê kurd û siyasetmedarên kurd darbeyek siyasî pêk anîn û hevşaredarên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji pêywirê girtin û li şûna wan qeyûm tayîn kirin. Gelê kurd ku wekî her car dayik pêşengiya berxwedanê dikin bi taybetî li Amedê, Wan û Mêrdînê li ser piyan e û xwedî li vîna xwe derdikevin.  Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê li gel êrîşa tund a polîsên rejîma AKP/MHP’ê ranawestin û berfireh dibin.

Li Amedê welatî ji duh ve ye li ser piyan e û li dijî qeyûm xwedî li vîna xwe derdikevin. Ji ber çalakiyên ku tên lidarxistin, hemû rêyên ku dertên Kolana Xarpêtê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lê ye û Kolana Lîseyê ji trafîkê re hatin girtin. Li gel dorpêça polîsan jî bi sedan welatî ji saetên serê sibehê ve li vir kom bûn. Welatî derbasî Kolana Lîseyê bûn û xwe spartin barîyerên polîsan û bi dûrişmeyan bertekên xwe nîşan dan. Polîsan bi ava şit a ji TOMA’yan û gaza îsotê êrîşî welatiyan kir. Li gel vê yekê jî girseyê kolanê terk nekir û çalakiya xwe domand.  Li ser êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hêrsa welatiyan jî derket asta herî jor û bertekên tund nîşanî vê êrîşa faşîzan dan. Li gel hemû êrîş û astengiyên polisan jî çalakî her ku diçe berbelav dibin û didomin.

Li Wanê çalakî didome

Li Wanê jî parlamenterên HDP’ê yên herêmê, hevşaredar, rêveberên bajar û navçeyan ên HDP’ê, xwestin li dijî tayînkirina qeyûman a ser 3 şaredariyên HDP’ê, şermezar bikin. Girseya ku xwest ji avahiya HDP’ê ber bi Parqa Feqiyê Teyran ve bimeşe, rastî êrîşa polîsan a bi ava şid û ço hat. Dema êrîşê, parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç û welatiyek birîndar bûn. Di encama êrîşa polîsan de herî kêm 30 kes hatin binçavkirin.  Li gel êrîşa polisan jî çalakiya gel û HDP’iyan bedewam dike. Çalakiya li Wanê jî her ku diçe berfireh dibe.

HDP’iyan rê li trafîkê girt

Li Mêrdînê jî bi sedan endam, rêveber, hevşaredar û parlamenterên HDP’ê bi armanca tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mêrdînê şermezar bikin xwestin bimeşin şaredariyê. Lê polîsan ew asteng û êrîş kirin. Girseya HDP’ê ku rastî êrîşa polîsan a bi ava şit hatin, reya Navbera Qoser û Mêrdînê li trafîkê girtin. Piştî ku polîsan muxadaxe zêde kir girsê dirûşmeya “Zext me bêzar nakin” berz kirin û çalakiya xwe berdewam kirin. Rawasetîna girsê ya li ser kolanê didome.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar