Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Gelê Kurd Lozanê nas nake: Çareserî yekîtiya neteweyî ye

Siyasetmedar Hasîbe Mergîrkaon da zanîn ku bi Lozanê re Kurdistan li çar parçeyan hatibe veqetandin jî têkoşîna azadiya Gelê Kurd berdewam kiriye û got: “Heta em vî gel û welatî azad nekin em nikarin dest ji têkoşînê berdin. Ez bang li kurd û demokratan dikim, em di xeta neteweyî de bên gel hev.”

Di ser Peymana Lozanê ya di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de li Lozanê ya Swîsreyê di navbera Qraltiya Yekbûyî, Fransa, Îtalya, Japonya, Romanya, Tirkiye, Yugoslavya û Yewnanistanê de hat îmzekirin 100 sal derbas bû. Li hember Gelê Kurd û xiristiyan di bin navê aştiyê de qirkirin û komkujî pêk anîn. Bi Lozanê re Kurdistan li çar parçeyan hat veqetandin. Lê têkoşîna gelan a li dijî polîtîkayên qirkirinê didome.

Gel di sedsala 21’ê de li dijî qirkirinan di zemîna têkoşîna de hatin gel hev û zemîn bi fikriyeta ‘Komara Demokratîk’ ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şîn kirin. Di 100’emîn salvegera Peymana Lozanê ya di bin navê ‘aştiyê’ de hat rewakirin û polîtîkayên înkar û asmîlîasyonê li gelan ferz kir, ji bo avakirina jiyana nû li her çar alî cîhanê xebatên cuda pêk hatin. Bi taybet gelê tune hatine hesibandin bi daxwaz û bangan hatin gel hev. Yek ji bernameyan panela bi sernavê ‘Di sedsalê de Lozan: Muhasebe û derfet’ ya di 30’ê Tîrmehê de li Şîşlî ya Stenbolê ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve pêk hatibû. Ji her alî kes tevli panelê bûn û bi panelê fikriyata komara demokratîk hat dubarekirin.
Siyasetmedar Hasîbe Mengîrkaon ya tevli panele bû der barê bandora Lozanê ya li ser gelan û riyên çareseriyê nirxand kir.
Li dijî îxanetê têkoşîn azadiyê…
Hasîbeyê diyar kir ku bi Peyman Lozanê re bi Gelê Kurd re gelek gel bi polîtîkayên asîmîlasyon û komkujiyê tune hatine hesibandin û tiştên di sedsala Lozanê de hatine jiyîn jî wek îxanet şîrove kir. Hasîbeyê wiha dirêjî daye: “Kurd xwedî vê erdnîgariyê xwedî mezopotamyayê ne. bi Lozanê re bi kurdên xayîn û serdestan re Kurdistan li çar parçeyan hat parçekirin. Piştî Lozanê gelek serhildan û têkoşîn pêk hatin. Lê bi destê kurdên xayîn û serdestan dîsa hat rakirin. Di şer de hatin qetilkirin. Hatin surgunkirin û asîmîlekirin. Kurdan bi Pêşengiya PKK’ê ku tevgera azadiyê bû azadî xwestin û gotin ew Lozanê qebûl nakin û dest bi têkoşînê kirin. Ev 50 sale ev têkoşîn didome. Hemû cîhanê kurd bi vê têkoşînê nas kir.”
Banga rakirina Lozanê
Hasîbeyê ev tişt bi lêv kir: “Serdest bi ferasta netew dewletê tevdigerin. Ji bo berjwendiyên xwe ev 100 sale mafên kurdan xesp dikin. Polîtîkayên şer her diçin giran dibin û li gorî berjewendiyên welatan ev pêk tê. Netewdewlet ji bo berjewendiyan kurdna dikin qurban. Ya ku herî zêde me diêşîne kurdên îxanetkarin. AKP û dewletên emperyalist niha jî dixwaze bi neviyên kurdên ixanet kirine cara duyemîn Lozanê bînin ber kurdan. Ji bo vê jî êrişê Rojava, Qendîl û Abdullah Ocalan dikin. Êrişê kesên azadiyê dixwazin dikin. Welatên dibêjin ew mafên mirovan diparêzin û dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin divê ewil Peymana Lozanê ji ser kurdan rabikin.”
Heta dawî têkoşî…
Hasîbeyê axaftin wiha domand: “Kurdan îdeolojiyek nû afirandin. Bi vê îdeolojiyê li dijî desthilatdariyan ji bo jiyanek nû ava bikin bi salane têdikoşin. Çi dibe bila bibe wê Gelê Kurd dest ji vê têkoşînê bernede. Heta dawî wê têkoşîn bidome. Lozan wek xetere li pêş me ye. Li dijî her cureyê êrişan banga têkoşînê dikim.”
Çareserî yekitiya neteweyî ye
Hasîbeyê dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Li dijî peyman, komkujî û asîmîlasyonan yekane çareserî yekitiya neteweyî ye. Heta destkeftiyên kurdan nekevin bin ewlehiyê heta pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye jî wê demokratîk nebe. Divê kongreyek neteweyî pêk bê. Yên dibêjin em lîderên kurd in divê bên xeteeke neteweyî. Bila kurdên Bakur nekin qurbanên berjewendiyên malbata xwe. Barzanî çawa lîderê kurdane. Bi destê wî li hember Şengal, Rojava, Kandîlê êriş pêk tên. Em dîktatorên wisa naxwazin. Ji bo civakek demokratîk divê yekitiya neteweyî bê avakirin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar