Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Gelê kurd muxatabê xwe diyar kiriye ew jî Ocalan e’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku di pirsa kurd de CHP nikare muxatab diyar bike û wiha  got: “Gelê kurd muxatabê xwe diyar kiriye. Birêz Abdullah Ocalan e.”

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû di beşa ewil a belgesela ‘Bay Kemal û Tifaqên wî (Bay Kemal ve İttifakları)’ de gotibû ‘Em dikarin pirsa kurd li gel HDP’ê çareser bikin.’ Piştî vê daxuyaniya Kiliçdaroglu carek din pirsa kurd a ku bi dehan sal in nayê çareserkirin, ket rojevê. Li ser daxuyaniya Kiliçdaroglu gelek kes û aliyan destnîşan kirin ku muxatabê çareseriya pirsa kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Kiliçdaroglu daxuyaniyek din jî da û got ‘di vî warî de ji bo tekane navnîşan heye, ew jî parlamentoya Tirkiyê ye. Ji bilî parlamentoyê tu navnîşanek din nîne. Îmrali jî Qendîl jî ne muxatabê me ye.’

Piştî daxuyaniya Kiliçdaroglu, Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û wiha got: “Heke çareseriya siyasî be cihê vê parlamento ye. Pêdivî bi mutabakatek aştiya civakî û rewabûnê heye. Ji bo vê jî divê meriv hemû aktorên kurd li ber çavan bigire. Heke ev aktor werin paşguhkirin, avakirina rêbazek tevahî wê ne nêzîkatiyek rasteqîn be.”

Nîqaşên çareseriya pirsa kurd û muxatabên wê ku bi daxuyaniya Kiliçdaroglu dest pê kirin, berdewam dike. Têkildarî van nîqaşan Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Tenê aktorek heye: Birêz Ocalan e

Ozturk bal kişand ser muxatabiya Ocalan û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1993’yan û vir ve gelek caran ji bo çareseriya pirsa kurd bi daxuyaniyên agirbestê re derfet daye. Birêz Ocalan di hevdîtinên dawî yên bi wî re der barê pirsa kurd de gotibû, ‘Ez ê di hefteyekê de çareser bikim’. Divê hewldan û daxuyaniyên birêz Ocalan li ber çavan werin girtin. Em qala kesekî dikin ku bi milyonan gelê kurd jê re dibêje ‘vîna min e’. Heke meriv vê kesayetê rewa nebîne wê bi xwe re xitimandinekê bîne. Heger ev pirsgirêk bi rastî were çareserkirin, dibe ku aktorên cuda hebin lê belê di navenda sereke de tenê aktorek heye; ew jî birêz Abdullah Ocalan e.”

Dibêjin lê napêjin

Ozturk anî ziman ku daxuyaniya Kiliçdaroglu ya ku ‘ne Îmraliyê ne jî Qendîlê’ muxatab nagire ne di cih de ye û wiha domand: “Daxuyaniya birêz Kiliçdaroglu bi rastî jî ne di cih de bû. Ew ne di wê rewşê de ne ku muxatab diyar bikin. Yên ku ji bo vê pirsgirêkê diaxivin û têdikoşin dikarin muxatabê çareserkirina pirsa kurd diyar bikin. Jixwe di rewşa fîliyatê de muxatab aşkera ye. Gelê kurd dikare muxatab diyar bike. Jixwe gelê kurd jî muxatab diyar kiriye. Ger li van deran vegotinek her ku diçe pêş dikeve, ew vegotina zihniyeta serdest e. Ev mixabin e. Gotinên destpêkê erênî ne; lê dema ku em li daxuyaniya wan a duyem dinêrin, ez wisa difikirim ku mafê CHPê nîne ku bibêje, ‘Ez dikarim pirsgirêkê bi vê yekê çareser bikim, ez ê bi vî yekê çareser bikim’. Ez wisa difikirim.”

‘Gelê me muxatabê diyar kiriye’

Ozturk bersiva pirsa ‘Gelo pirsgirêka kurdan a muxatabiyê heye?’ da û ev tişt anî ziman: “Tu carî pirsgirêka muxatabê kurdan çênebûye. Dewlet bi xwe ji 2013’an heta 2015’an bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Muxatabê ku gelê me hilbijartiye diyar e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ez nafikirim ku hewcetiya vê bi nîqaşê heye.”

Bêyî Ocalan ne mumkin e

Ozturk bal kişand ser rol û mîsyona HDP’ê ya çaresekirina pirsa kurd û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “HDP heta îro bi rol û mîsyona xwe rabûye. Lê belê ev ne pirsgirêkek ku wê tenê bi HDP’ê were çareserkirinê ye. Dema em xwe berê kurahî û kokên vê meseleyê didin, pirsgirêkek sed salî ye. Partiya me HDP dibêje cihê çaraeserkirina pirsa kurd parlamentoya Tirkiyê ye.

Birêz Ocalan jî navnîşana çareseriyê parlamentoyê nîşan dabû. Ji sereraskirinê yasayî bigire heta destûra bingehîn cihê van sererastkirinan û yê dikaribe sererastkirinan bixe meriyetê parlamento ye. Bêyî Ocalan çaresekirina pirsa kurd ne mimkin e. Di çareserkirina vê pirsê de aktorê herî girîng birêz Abdullah Ocalan e. Bêyî Ocalan wê pirsa kurd hin bêtir kurtir bibe û neçareserî mezintir bibe.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar