Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Gelê kurd û dostên wan xwe ji bo 9’ê cotmehê amade dikin

Çalakiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê PGelan Abdullah Ocalan li her derê cîhanê didomin. Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan diyar kir ku kurd û dostên kurdan xwe ji bo 9’ê Cotmehê amade dikin û wê rastiya komployê li hemû welatan jinûve bidin bibîrxistin.

Pêngava gerdûnî ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgisrêka kurd re çareseriya siyasî” ya 10’ê Cotmeha 2023’yan de hatibû destpêkirin bi hemû hêza xwe didome. Di çarçoveya pêngavê de de heta niha gelek bername hatin lidarxistin û derbasî asta duyemîn bû. Asta duyem a pêngavê seranserê havînê berdewam kir û ji bo misogrkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji her derê cihanê bang tên kirin.

Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Ayten Kaplan der barê kampanyayê de ji JINNEWS’ê re axivî.

Berdevka TJK-E’yê Ayten diyar kir ku tevgera jinan çarçoveya kampanyayê de 20 hezar name kom kirine û wiha got: “Di sê mehên dawî de di hefteya duyemîn a Tîrmehê de me kampanya xwe temam kir. Ev ji bo me serkeftinek mezin bû. Bi taybet jinan ev îmze kom kirin. Me ev ast girt. Bêguman em çalakî û bernameyên din amade dikin. Niha bi meclîsê tevlihev re bi piştgiriya tevgera jinan li welatên Ewropa çalakiyên runiştinê yên sê rojan pêk bê. J bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî pêk tên, daxwaz tên kirin û dosya tên amadekirin û tên şandin.”

Ayten daxuyakirin ku hemû êrîş û şer girêdayê tecrîdê ne û wiha domand: “Li hember welatê me êrîşek dagirkinê heye. Bi taybet li başûrê Kurdistanê li hember Tevgera Azadiya Kurd. Ev polîtîkayek qirkirinê ye. Ev girêdayê tecrîda Îmraliyê ye. Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd serokatiya me ye. Çareserî bi serokatiya me re ye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Ayten destnîşan kir ku li hember van êrîşan li her çar alî Kurdistanê serhildan heye û wiha pêde çû: “Cezayên darvekirina li Îranê û êrişên li başûr rastiya tecrîdê nîşan dide. Desthilatdarî aliyan digire cem xwe û hevkarî êrîşî kurdan dikin. Peymana Îran-Tirkiyeyê encama vê ye. Bi Îranê re cerebandin hene, tê nîqaşkirin tifaq heye an na. Em vê diopînin. Li dijî vê çalakî, brename, hevdîtin, dosya hene. Di vê mijarê de tifaq jî tên pêşxistin. Em li dijî vê li Ewropayê xebatên xwe dimeşînin. Di hemû xebatên ku em dimeşînin de em serokatiya xwe dikin navenda xebatên xwe.”

Ayten anî ziman ku pêngava li dijî tecrîd û dagirkirinê hatiye destpêkirin bi lez û bez didome û bernameya wan ya nû jî wê bi komploya 9’ê Cotmehê bidome. Aytenê wiha dirêjî dayê: “Plansaziya 9’ê Cotmehê li pêş me ye. Hem bi pêşengiya jinan hem jî navendî meşek mezin tê plansazî kirin. Lê dîroka meşa me hîna ne diyare. Di vî alî de amadekarî û bangên me wê hebin. Bi taybet wê çalakî û bername pêk bên. Brenameyek tije li pêş me ye. Heman demê de em dixwazin bi namzeyekê daxwazên xwe bînin ziman. Di vî alî de nameya me amade ye û em li bendê dema wê ne. Ev dikare dema 9’ê cotmehê de pêk bê.”

Berdevk Ayten bal kişand ser dîplomasiyê û wiha vegot: “Ji bo şikandina tecrîdê û pêkhatina azadiya fîzîkî dîplomasî girîng e. Tecrîda Îmraliyê dijhiqûqiye. Ger em behsa demokrasiyê behsa mafê mirovan bikin, di vê mijarê de Ewropa xwe model nîşan dide. Wê demê ev rêbaz ji bo hemû kesî derbasdarin û divê em vê bibîr bixinîn. Wê hevdîtin û xebatên me bidomin. Kurd û dostên kurdan xwe ji bo 9’ê Cotmehê amade dikin û wê rastiya komployê li hemû welatan ji nûve bidin bibîrxistin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar