Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Gelê kurd wê di hilbijartinê de bersivê bide xiyaneta PDK’ê

Nivîskar û çavdêrê siyasetê Adil Osman li ser hilbijartinên Herêma Kurdistana Federe axivî û wiha got: “Gel li dijî hevkariya PDK'ê ya êrîşên Tirkiyeyê bi bertek e. Ji ber wê jî gel dixwaze bi rêya hilbijartinê tola xwe hilîne. PDK jî ji ber wê bêhevî ye û naxwazê hilbijartin pêk werin."

Malbata sîxûr a Barzanî û çeteyên wê bi xeta xiyanetê Kurdistanê radestî dewleta tirk a dagirker dike. Ji ber vê xayintiyê newêre têkeve hilbijatinên ku di 20’ê cotmehê de pêk bên û ji bo betalkirina wê çi ji jê tê dike. Nivîskar û çavdêrê siyasetê Adil Osman ku li herêmê dijî û siyaseta herême ji nêz ve dişopînê rewşa hilbijartinên herêmê nirxand.

Adil Osman diyar kir ku PDK ji hilbijartinê ditirse û wiha got: “PDK naxwaze hilbijartin pêk bên. Ji ber vê çendê jî di asteke nizm da amadekarî kirine. YNK’ê jî ji ber guherînên ku di warê hevsengîya hêzan da pêk tên, dixwaze ku hilbijartin pêk bê. YNK vê çendê di xwe da dibîne ku li beranber PDK’ê serkeftin û destkefteke zêdetir bi dest bixe. Ew dixwazin hêza yekem û serkeftî ya vê hilbijartinê bin.”

Osman anî ziman ku hilbijartin di nav rewşeke aloz de pêk tên û wiha domand: “Hilbijartinên din di rewşên asayî de dihatin lidarxistin û YNK, PDK û hêzên din yên sîyasî beşdarî wan hilbijartinan dibûn. Di wan deman da li Kurdistanê piroseyeke dagirkarîyê hakim nebû. Îro dewleta Tirkiyeyê êrîşeke mezin pêk tîne. Di vê hilbijartinê de şêwazeke nerewabûnê jî dîyar e. Dewleta tirk bi armanca dagirkeriyê hatiyê başurê Kurdistanê. Beşek navçeyan jî dagir kiriye. Beşeke zêde ya dengdêran nikarin ji ber wê dagirkeriyê beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibin. Heke ku hilbijartin li wan deveran pêk bê jî, PDK dê bi ser bikeve. Lewra ev pirsgirêk heye. Ew cûdahiya sereke ya vê hilbijartinê ya li gel hilbijartinên din. Destwerdana leşkerî ya tirkiyeyê li wir rû dide. PDK jî ji serkeftina di vê hilbijartinê de bêhêvî ye. Ji ber wê jî hilbijartinê bi germahî pêşwazî nake.”

Gelê kurd li hemberî hevkariya PDK’ê bi bertek e

Di berdewama axaftina xwe de Osman destnîşan kir ku ji ber hevkariya PDK’ê ya ji êrîşên Tirkiyeyê re gel bi bertek e û ev tişt gotin: “Xelk û civaka başûrê Kurdistanê li dijî vê dagirkariyê disekinin. Rûyê rasteqîn yê PDK’ê jî derketiye holê. PDK ne tenê alikariya êrişan dike di heman demê de beşdarî êrişan jî dibe. PDK bûye parastgeha lêşkerên dagirker û di bin alaya PDK’ê de ku weke alaya Kurdistanê tê bi nav kirin leşker operasyonan pêk tînin. Ji ber vê yekê êrîş berdewam in, haya xelkê jî ji vê rewşe heye. PDK li ber çavê xelkê reş bûye û xelk li bendê ye ku di vê hilbijartinê de bi ser nekeve û dengê herî nizm bi dest bixe. Haya PDK’ê jî ji helwesta gel heye. PDK ji rewşa heyî pir ditirse û naxwaze wiha berdewam bike û YNK di hilbijartinan da bi ser bikeve. Gel li dijî PDK’ê bi bertek e û dixwazê bi rêya hilbijartinê tola xwe hilîne.”

Osman da zanîn ku li gor helwesta gel ji bo serkeftina hilbijartinê YNK di pêş de ye û axaftina xwe wiha domand: “Baweriya civakê ji bo aliyên siyasî gelek kêm e. Gel gelek bêhêvî ne. Lê tiştê ku di nava hevsengîya hêzê da berçav e, ew e ku gel dixwaze bersivekê bide aliyên siyasî. Wisa xuya ye ku ji ber guherînên siyasî û pêkanîna erkên neteweyî ji hêla YNK’ê ve, gel hinekî ji Bafil Talabanî bi hêvî ne ku bikare wekî bavê xwe qerebûya siyaseta YNK’ê bike û li dijî Tirkiyeyê helwesta xwe ya neyînî berdewam bike. Heya niha jî di wî warî de serkeftin bi dest ve anîye. Lê belê di pêkanîna sîyasetên xwe de kêmasîyên wî jî hene. Wî nikarebe bi vê siyasetê bi awayekî hevbeş li gel civakê bi pêş bixe, piştgiriya gel bi dest bîne û bi rêya xwepêşandanan û nerazîbûnên giştî di meydana sîyasetê da cih bigire. Lê wan guherînan kariye hêviyekê bide gel ku dê YNK bikaribe ji PDK’ê baştir bixebite.”

Têkçûna di hilbijartinê wê bandorê li ser êrîşên dagirkeran jî bike

Di dawiya axaftina xwe de Osman bi lêv kir ku encama hilbijartinê wê gelek guherînan bi xwe re bînê û axaftina xwe wiha qedand:”Heke hilbijartin bi awayekî demokratîk û azad bê lidarxistin, dê bandorên wê yên erênî çêbin. Dibe ku YNK bikaribe di hilbijartinê de PDK’ê têk bibe, dengên zêdetir bi dest bixe. Serkeftina YNK’ê dikare bibe sedema guherînên mezin. Ji Erdogan bigire heya wezîrê derve li dijî YNK’ê daxuyaniyan didin û gefan dixwin. Gefa îro ew e ku dibêjin divê YNK alîkarîya PKK’ê neke da ku nebe armanc. Li ser vê esasê jî heke ku hilbijartin di berjewendiya YNK’ê da bi dawî bibe, ew ê di destkêftiyên kurdan de bibe bingeha guherîna hevsengîyê hêzê û dê bibe sedemê bêhêvîbûna dewleta Tirkîyeyê ji bo ku nikare şerê PKK’ê û hêzên gerîla bike. Lewre heke ew guherîn bi serkêftina YNK’ê encam bigire, dikare li her çar parçeyên Kurdistanê bi destkêftiyên têkoşîna gelê kurd temam bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar