Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Gelê me xwedî li mîrateya xwe ya têkoşînê derket’

Guneş bal kişand ser rexneyên gel yên li dijî partiya xwe û got: “Me di destpêka kampanyayê de got 100 wekîl û ev armanc jî mimkûn bû, ne li derveyî hêza me bû. Lê me nekarî pêvajoyê baş bidin fêmkirin."

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş diyar kir ku piştî hilbijartinan divê bêhêvîbûn, hêrs, xemgînî û rexneyên gel bên fêhmkirin û wiha got: “Gelê me xwedî li mîrateya têkoşînê derket. Gel bi zelalî diyar kir ku ger gazinan jî bike wê li pişt vîna partiya xwe be.”

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş, encamên hilbijartinê ji ANF’ê re nirxand û bal kişand ser rewşa herêma Mêrdînê. Guneş da zanîn ku gel ne ji bo namzetan, ji bo xwedî li mîrateya têkoşînê derkeve li qadan e û wiha got: “Ev îrade di ser her rojevê re ye, hêja ye. Gel bi coş bû, hêviyên wan hebûn û bi zelalî anîn ziman. Bi piranî dayik, jin, ciwan û zarok mexdûrên vê desthilatdariyê ne. Herî zêde me ew dît û guh da daxwazên wan. Dayikan rojî girtin û tevî germê jî karê xwe sekinandin û hatin dîtina me. Ev yek bi rastî jî zehmet e ku mirov bibêje, xwedîderketineke hestewar, hêvî û baweriyeke mezin e. Hema hema ji her malekê ku em çûnê, ferdekî malbatê ji aliyê desthilatdariyê hatiye girtin. Malbatên ku rasterast ji şer bandor bûne hene, çareseriyê dixwazin. Li aliyê din jinên ciwan li ser newekheviya zayendî îsyan dikin. Li gundên ku me ziyaret kir me dît ku nifûsa ciwan kêm bûye. Ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê nifûsa ciwan berê xwe dane metropolan. Nikare erdê xwe bixebitîne, nikare sewalkariyê bike, dema dike jî berhem nagire. Ev jî polîtîkaya dewletê ya valakirina bajarê kurdan û asîmîlekirina wan a li metropolan e.”

‘Rexne û nirxandinên gelên me di cih daye me nekarî pêvajoyê baş bidin fêmkirin’

Guneş bal kişand ser pêwîstiya nirxandineke piralî ya di navbera hedefa di destpêka kampanyaya hilbijartinê de û tabloya di 14’ê Gulanê de derket holê û wiha dewam kir: “Me di destpêka kampanyayê de got 100 wekîl û li Mêrdînê 6-0. Herdu armanc jî mimkûn bûn, ne li derveyî hêza me bûn. Ez çavdêriyên xwe bibêjim;

* Me ev xebatên hilbijartinê bi partiyek nû pêk anî. Armanc bi gefa girtina partiyê ev tabloya şêlo derxistina holê bû. Yek ji rêbazên faşîzmê yên ku herî zêde tên bikaranîn jî nezelalî ye.

* Ji ber erdhejê bê moralî hebû.

* Li ser tifaqê tevliheviyek mejî çêbû, me nekarî bi têra xwe ji gel re rave bikin.

*Em dibînin ku li bajarekî biçûk weke Şemrexê 2 hezar deng ji Partiya Çepên Kesk re derketiye. Li Dêrikê dengên nederbasdar pir bûn. Bi qasî ku ji destê me dihat em derî bi derî geriyan, lê gelek mal hebûn me nekarî em xwe bigihînin.

* Hem ji bo CHP’ê hem jî ji bo Çepên Kesk deng hebûn. CHP’ê bi rêya desteka me ya ji bo namzetên serokkomariyê yên li herêmê hewl da hilbijêrên me bidest bixe. Em her ku diçûn me digot tifaqa me bi wan re nîne, dê deng bidin Partiya Çepên Kesk, me dara xwe nîşan da. Bi qestî ji tevliheviyê sûd wergirtin, xebateke qirêj kirin.

* Beriya 14’ê Gulanê hêviyek mezin, coş û xwedîderketin hebû. Di 15’ê gulanê û piştî 15’ê gulanê de, bêhêvîbûn, hêrs, xemgînî û rexne hebûn. Ev helwestek tê fêmkirin û rewa ye. Gelê me bi zelalî diyar kir ku her çiqas gazinan bike jî ew ê li pişt vîna partiyê bisekine.

* Li qadê tesbîtên zelaltir hebûn; Çima ewqas ji bingehê dûr ket? Çima me namzetê xwe yê serokkomariyê dernexist? Çima tifaq wiha bû? Ya rastî ev bû îspata ku pêvajo bi tevahî ji gel giştî re nehat ravekirin û îqnakirin.

* Daxwazên civîna gel hebû, gelê me xwest rexne û pêşniyarên xwe bîne ziman.

‘Tişta hêz dide me kevneşopiya me ya têkoşînê ye’

Guneş da zanîn ku, di dîroka Komarê de yek ji meclîsên herî netewperest û kevneperest hatiye avakirin û got ku ketiye serdemeke ku astengî an wê kûr bibin an jî bi têkoşînê vebin. Guneş da xuyakirin ku ew di vê serdemê de li benda rojevên zor in û wiha dom kir, “Em li dijî zihniyetek wisa ne ku, bi awayekî cidî li dijî destkeftiyên kurdan, destkeftiyên jinan û destkeftiyên kedkaran in. Yên ku dibêjin bila jin bên xwedîkirin îro li Meclîsê ne. Helwesteke ku hêza jinan biçûk dixe û îradeya jinan înkar dike di Meclîsê de ye. Em ê li pêşberî wan bisekinin û nîşan bidin ku hebûn û hêza jinan çawa dikare bandor bike û veguherîne. Ji bo vê têkoşîn û helwesteke pir cidî dixwaze. Armanca me ya bingehîn ew e ku em destkeftiyên xwe biparêzine. Em ê têbikoşin ku, têkoşerên nû zêde bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar