Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Gelê Mexmûr û Şengalê ji bo Ocalan meşiyan

Navenda Nûçeyan |

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û Şengalê ji bo agahî ji Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê girtin daketin qadan û daxuyanî dan.

Li ser banga Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi sedan welatiyên Şengalê îro ji bo ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were girtin meşek li dar xistin. Meş li bajaroka Sinûnê pêk hat û nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê jî beşdarî meşê bûn.

Meşê li ber avahiya Meclisa Gel a Sinûne dest pê kir heta ser rêya sereke ya bajarok dewam kir. Di meşê de li ser mijarê daxuyanî hat dayîn.

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Xoxê Cindî axivî û wiha got: “Gelek hêz li derdora me hebûn lê kesek li me xwedî derneket ji bilî Rêber Apo. Îro em wek jinên êzidî xwe deyndarê Rêber Apo dibînin. Heya dawî em ê bi serokê xwe re bin. Em ê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin.”

Li ser navê Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê (MXDŞ) Emîn Yusif axivî û ev tişt anî ziman: “Îro di şexsê Rêber Apo de dixwazin îradeya gelê kurd tune bikin. Li cîhanê bi milyonan kurd hene, pêwîst e her kesê ku xwe kurd dibîne ji bo azadiya Rêber Apo rabe ser pêyan.”

Li ser navê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Qasim Mirad jî axivî û bang li aliyên siyasî yên kurd kir da ku li dijî vê plana ku li ser Îmraliyê tê kirin bêdeng nemînin.

Li Mexmûrê meş û li Hesekê jî daxuyanî

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî piştî bihîstina agir li Girava Îmraliyê derketiye, daketin qadan û bi meşeke girseyî helwesta xwe ya li hemberî bûyerê diyar kirin. Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) piştî bihîstin ku agir li Girava Îmraliyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê tê girtin ketiye, ji heft salî heya heftê salî daketin qadan. Mexmûriyan bi meşek girseyî helwesta xwe li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê anîn ziman.

Her wiha bi heman armancî Kongreya Star a kantona Hesekê jî daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şewata li Girava Îmraliyê rû daye, hewldana derbeya li vîna gelê bindest e û wiha hat gotin: “Em wek tevgera jinan soz didin rêber Abdullah Ocalan ku dê li ser rêça şehîdan bimeşin û dê çalakiyên xwe heta bihîstina agahiyekê li ser tenduristiya Rêbertî bidomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar