Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Gelê Mexmûrê bi coşeke mezin Newrozê pîroz kir

Gelê Mexmûrê Newroza 2019’an bi coşeke mezin pîroz kirin. Di şahiya Newrozê de hat gotin ku Kawayê Hesinkar bi çirûska çakuça xwe yê pîroz vejîna gelê kurd da destpêkirin, Kawayê Hemdem jî bi berxwedana xwe ya li zindana Amedê ev yek da berdewam kirin û ev agirê hatiye pêxistin niha li hemû Kurdistan û derveyî Kurdistanê bûye

Bi hezaran gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi coşeke mezin Cejna Newrozê pîroz kir.

Mexmûriyên li ber Navenda Çand û Hunerê kom bûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YJA-STAR, KJK’ê  hildan û dowîzên ‘Newroz li Rêber Apo pîroz be’, ‘Em ê bi agirê Newrozê diwarên zilmê bişikînin’ xemilandin. Beriya ku şahiya Newrozê destpê bike, ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre agirê Newrozê di bin tilîliyên dayikan û dirûşma ‘Newroz pîroz be’ de hat pêxistin.

Newroz vejîna gelan e

Piştî pêxistina agirê Newrozê hevserokê Meclisa Gel a wargehê Hisên Benek axivî. Benek Newroza 2019’an li Ocalan û tevahî gel pîroz kir û wiha got: “Newroz vejîna gelan e, Newroz agirê Kawayê Hesinkar ê ku bi çirûska agir nûbûna gelê kurd daye avakirin e. Hebûna gelê kurd li her derê hatibû windakirin, lê belê Kawayê Hesinkar ji bo ku bêje hebûna gelê kurd heye, bi çakuça xwe yê pîroz ji nû ve hebûna gelê kurd da nîşandan. Newroz hilweşandina dehaqê zilmkar e ku li ser gelê kurd û gelê hejar zilm dikir. Ji bo vê yekê jî ev çirûsk bi Kawayê Hesinkar destpê kir û bi Kawayê hemdem berdewam kir. Kawayê Hesinkar bi çirûska çakuça xwe yê pîroz vejîna gelê kurd da destpêkirin, Kawayê Hemdem jî bi berxwedana xwe ya li zindana Amedê ev yek da berdewam kirin. Ev agirê hatiye pêxistin niha li tevahiya welat û derveyî welat belav bûye.”

Benek di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê bi agirê Newrozê û bi dirûşma ‘Tecrîdê bişikîne faşîzmê hilweşîne Kurdistan û Rêber Apo azad bike’, li her qadê berxwedana ku Kawayê Hemdem ji wan re hiştiye bidin domandin û wiha bi dawî kir: “Ji bo vê yekê jî em dubare Newroza Rêber Apo, gelê kurd, mêhvanên amade, xwendevan û mamostayên hêja, çalavanên di greva birçîbûnê de pîroz dikin.”

Piştî axaftinê Koma Rizgar a Muzîkê ku ji navçeya Dîyana hatiye, derket ser dikê. Şahiya Newrozê bi muzîk û govendê bi dawî bû. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar