Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gelê Mexmûrê: Em ê her tim li ber xwe bidin

Li ser navê xelkê wargeha Mexmûrê daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: “Wê êrîş nikaribin gelê wargehê ji Rêber Ocalan qut bike. Dewleta tirk dixwaze êrîşên xwe yên dema DAIŞ’ê li Mexmûr û Şengalê nîvço mayî bi rengên din bide domandin, divê her kes xwedî helwest be û nebe hevkarê dewleta faşîst a tirk.”

Balafirek bê mirov û bi çek a dewleta tirk a dagirker, navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) bombebaran kir. Di êrîşê de tu windahiyên canî çênebûn, tenê dayikek bi sivikahî birîndar bû lê ziyan gihîşte malên derdorê.

Li cihê ku êrîş li ser pêkhatî, li ser navê şêniyên wargehê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

Endamê Meclisa Gel Elî Urek daxuyaniyek da û dewleta tirk a dagirker, hevkarên wê û kesên destê wan di êrîşan de hene şermezar kir û wiha got: “Bombe li nava wargehê li malên sivîlan barandin. Di êrîşê de zirarên canî pêk nehatiye. Êrîş di çarçoveya konseptekê de pêk hatiye, armanca esasî ya dewleta tirk wargeha me ya sivîl a Mexmûrê ye.

Ev hefteyeke li ser esmanên wargeha me, balafirên keşfê yên bêmirov û biçek-bêçek (SÎHA-ÎHA) bênavber difirin. Di rewşek wiha de çima Iraq û hêzên hevpeyman ên ji esmanê herêmê berpirsin vê nabînin û li ber vê tiştek nakin. Dema em li rewşê dinêrin, bêdengî û hevkariyek heye. Armanca van êrîşan aliyek tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd û li aliyê din jî gelê kurd û welatparêzan ji doza wan kirine. Bi êrîşa li ser wargehê re armanc belavkirina gel e.

Bila her kes bizane ku ev gel ji bo azadî, doz û aştiyê li vir e. Dewleta tirk dixwaze êrîşên xwe yên dema DAIŞ’ê li Mexmûr û Şengalê nîvço mayî bi rengên din bidin domandin. Dema ku duh balafiran bombe li gundê Şengalê barand, me zanî ku wê li me jî bidin.

Em bang li hemû cihên peywendîdar dikin ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. Nebin hevkarên dewleta tirk a faşîst.

Em bang li gelê kurd dikin ku xwedî li rûmet û kerameta xwe derkevin. Gelê Mexmûrê me bi berxwedanê destpê kiriye, em ê li ber xwe bidin. Çiqas êrîş pêk bên, çiqas li ser me lihevkirin bibin, em li gel Rêbertiya xwe ne, bi têkoşîna xwe re li ber xwe bidin.” MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar