Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Gelê Mexmûrê êrîşên dewleta faşîst a tirk şermezar kirin

Dewleta faşîst a tirk demek dirêj e cih û warên sivîlan bomberan dike. Ji van deveran yek jê Mexmûr e. Gelê Mexmûrê êrîşên dewleta faşîst a tirk şermezar kirin.

Îro di saet 9:25’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşek ji aliyê balefirên bêmirov û biçek a dewleta tirk ve pêkhat û di encamê de jinek birîndar bû. Ji bo şermezarkirina êrîşan gelê Mezmûrê li pêşiya avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a wargehê Yusuf Kara ve hat dayîn.

Yusuf Kara behsa êrîşên dewleta dagirker kir û wiha got: “Dewleta faşîst û qirker ku nesîbê xwe ji mirovahiyê nagire, di nava hefteyekê de du caran êrîşî wargeha Şehîd Rustem Cûdî kir. Êrîşên ku pêkhatîn yek li Mizgefta semta 2 û ya din jî li mala Rojhat Salih pêk hatiye. Di encama van êrîşên namerdane û bê exlaq de, dayîkek bi temen bi sivikî birîndar bû. Di êrîşa ku li ser Mizgeftê jî pêkhatî 3 kes bi sivîkî birîndar bibûn. Em ji dost û dijminên xwe re vê dibêjin ku dewleta faşîst wekî gurê har lê hatiye, êdî ti sînoran nas nake. Ji ber wê wargehek penaber ev 30 salin di Iraqê de ji sedê heftiyê (70) wê zarok, jin, kal û ciwan têde jiyan dikin. Zilma ku li Kurdistanê tê meşandin ne ji rêzê ye, ji ber wê em bang li raya giştî ya Kurdistanê, raya giştî ya Iraq û Navneteweyî dikin ku ev êrîşên dewleta Tirk li ser gelên Kurdisanê dikin em jêre bêjin êdî bese.”

Yusuf Kara di nava axaftinên xwe de êrîşên Îsraîlê jî bi bîrxist û wiha pêde çû: “Her roj derdikeve ser televziyonê û dibêjin Îsraîl komkujiyan pêk tîne û zarokan dikuje. Lê dewleta faşîst û qirket bixwe van kiryaran pêk tîne. Em dibînin dewletên navneteweyî, dewletên cîran û dewleta ku em di nav de jiyan dikin bang li Îsraîlê dike û dibêje tû komkojiyan pêk tînî, lê dewleta Iraqê ku em mêhvanên wî ne, di nava hefteyekê de du êrîşên namerdane li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî pêkhat, lê heta niha jî ti dengek ji rayedarên hikumeta Iraqê derneketiye, ev cihê xemgînî û gumanê ye.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ ,’Bimire Xiyanet’, ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar