Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Gelê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya

Bi hezaran şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bi armanca şermezarkirina ambargoya ku Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê daniye ser wargehê, meşiyan. Di meşê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘ Berxwedan jiyan e’ hatin berzkirin

Ambargoya Hikûmeta Federal a Kurdistanê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 71’emîn de berdewam dike. Bi armanca şermezarkirina ambargoyê, bi hezaran şêniyên wargehê meş li dar xist. Meş li ber avahiya Şaredariya Gel a Mexmûrê dest pê kir û welatî ber bi Mûsilê ve meşiyan.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KJK’ê û KCK’ê hatine bilind kirin. Herwiha dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Berxwedan jiyane’ hatin berzkirin. Dema ku welatî derketin derveyî wargehê, pêşiya wan ji hêla leşkerên Iraqê ve hate girtin. Komîteya Karê Dîplomasî û Çalakiyê bi rêveberên iraqî re li ser çalakiyê civiyan.

Dê şandeyek bi qeymeqamê Mexmûrê re bicive

Piştî civînê, fermandarê leşkerî yê herêma Mexmûrê li gel şandeya Dîplomasiyê ya Mexmûrê daxyaniyek da. Di daxuyaniyê de fermandarê leşkerî diyar kir ku dê ji bo hevdîtina bi qeymeqamê navçeyê re şandeyek bê amadekirin û ew jî dê destekê bidin vê şandeyê.  Piştî daxuyaniya fermandarê leşkerî, meşa xelkê Mexmûrê bi dirûşman bi dawî bû.

Ambargo çawa dest pê kir?

Hêjayî bibîrxistinê ye ku berpirsê MÎT’ê yê başûrê Kurdistanê Osman Kose di 17’ê tîrmeha 2019’an de li restoranta Hoqqabaz a Hewlêrê hate kuştin. Piştî vê bûyerê jî Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ambargo danî ser Wargeha Mexmûrê. Ji ber vê ambargoyê jî tu nexweş nikarin biçin bajarên din û derman bibin. Li dijî vê ambargoyê jî Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ev 26 roj in bi şev û roj li ber benda kontrolê ya asayîşa PDK’ê ya di navbera Mexmûr û Hewlêrê de li be xwe didin.

Êrîşên li dijî Mexmûrê

Li Mexmûrê zêdetirî 13 hezar kes dijîn. Wargeha Mexmûrê di 6’ê kanûna 2017’an û di 13’ê kanûna 2018’an de ji hêla balafirên şer ve hate bombebarankirin. Di van êrîşan de 8 sivîl hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn. Herî dawî jî di 19’ê tîrmehê de dîsa balafirên şer bombe li sivîlan barandin. Di vê êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar