Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Gelê Qamişlo ji bo berxwedêrên grevê meşiyan

Îro bi sedan welatiyên Qamişlo ji bo piştgirîdayîna berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê daketin qadan û meşek lidarxistin

Ji bo piştgirîdayîna berxwedana grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyan de ne welatiyên Qamişlo daketin qadan û meşek lidarxistin.

Meş ji çerxerêye 4’ê Nîsanê dest pê kir û piştre li ser navê meclisa bajarê Qamişlo Heval Selman axivî û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployek navnetewî hate girtin û ev 20 sal in dîl girtiye. Em ê berxwedana xwe bidomînin û Rêberê xwe azad bikin.”

Piştre li ser navê Kongreya Star Xaliya Mihemed axivî û ev tişt got: “Em berxwedana zindanan ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, pîroz dikin. Em Kongreya Star piştgiriyê didin çalakvanên xwe û em dibêjin ku heta Serokê me azad nebe, wê berxwedana me bidome.”

Piştî  meşê welatiya bi navê Dêrsim Mehmûd ev tişt got; “Grevên birçîbûnê wê bikeve rûpelên dîrokê. Gelê kurd divê em berxwedana xwe bidomînin.”

Her wiha Nejbîr Osman jî axivî û wiha got: “Va ye berxwedaniya me hîn berdewam e bi vê berxwedaniyê em şehîdan datînin her ku şehîdek diçe berxwedaniya me hîn bilindtir dibe.”

Di dawiyê de welatiyan bang li gelê kurd kirin ku beşdarî çalakiyên ji bo şikandina tecrîd û têkbirina faşîzmê bibin. Welatiyan xwestin ku her kes  bila rabin ser piyan, bi hevre tecrîdê bişkînin , faşîzmê têk bibin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar