Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gelê Qamişlo ji bo yekitiyê meşiya

Bi armanca Yekrêziya Kurdî û şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a li ser axa rojavayê Kurdistanê, 25 Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd ên Qamişloyê bi dirûşma ‘Yekitiya kurd misogeriya azadiya gelê me ye û têkbirina dagirkeriya tirk a li ser axa me ye’ meş li darixistin. Meş bi tevlibûna sedan endamên partiyên kurd, sazî û dezgehên civakî pêk hat. Di meşê de alên Yekitiya Partiya Demokratîk PYD’ê, alên Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurdî û pankertên bi nivîsa ‘Em ê dagirkeriyê têk bibin îşkenca li Îmralî bi dawî bikin’, ‘Em ê berxwedaniya gelê xwe li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê silav bikin’ hatin hildan. Meş ji Çerxereya sewaman dest pê kir û li goristnan Şehîd Delîl Saroxan veguherî mîtingê.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hatin kirin. li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)  Enwer Mislim axivî û bal kişand ser girîngiya yekitiyê û wiha got: “Li ber çavê dewletên navnetewî êrîş û dagirkerî li bajarên me tên kirin û her kes bêdeng e. Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê çiqasî yek bin û li kêleka hevdu bin, ewqas  em ê bikaribin misogeriya rizgarkirina hemû bajarên xwe di bin dagirkeriyê de mayinde bikin. Partiyên Yekitiya Niştimanî ew karên welatparêzî û niştîmanî hilgirtiye li ser milê xwe, bi hêviya ku hemû partiyên kurdî bibin yek da ku em civaka xwe biparêzin.”

‘Dem dema yekitiyê ye’

Li ser nave Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê jî Jiyan Husên axivî û ev tişt anî ziman: “Ev saleke li ser dagirkeriya Serêkaniyê û Girê Spî derbas dibe, bi hezaran gelê me koçber bûn û rastî hemû kiryarên dewleta tirk hatin. Ev hemû kiryar li pêşiya çavên hemû cîhanê tê kirin lê heta roja me ya îro tu kesî dengê xwe nekir. Ev 10 sal in ku krîza li Sûriyayê dewam dike, heta niha jî tu çareserî jê re nehatiye dîtin. Her ku diçe alozî bêhtir dibe, hêzên navnetewî yên ku li ser axa Sûriyayê dimînin naxwazin ku ev alozî were çareserkirin. Her kes ji bo berjewendiyên xwe kar dike, em yekrêziya partiyan gaveke pîroz dibînin, dem dema yekitiyê ye.”

Meş bi dirûşmeya ‘Bijî yekitiya gelê kurd’ bi dawî bû. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar