Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Gelê Reqayê ji bo piştgiriya QSD′ê meşiyan

Şêniyên Reqayê ji bo spaskirina hewldanên QSD′ê yên pêkanîna îstîqrar û ewlehiyê meşeke girseyî li dar xist û diyar kirin ku QSD′ê li hember tevahî xeterî û îxanetên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mertala xurt e.

Piştgiriya ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) her roj zêde dibe. Şêniyên Reqa, endamên sazî, rêxistinên jin, ciwan û sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran li pêş avhiya meclisa giştî ya bajêr kom bûn û alên QSD′ê û wêneyên şehîdên Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hildan. Meş ji pêş avahiyê ber bi Çerxerêya Neîm ve dest pê kir. Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan Semîre El Ebid axivî. Semîre diyar kir ku ji bo soz û wefadariya QSD’ê ew îro bi serbilindî li vir in û wiha axivî: “Van hêzan ji tevahî cîhanê re lehengiya xwe li dijî rêxistina herî teror li cîhanê îsbat kir. Ew hêzên aştiya cîhanê ne, hêzên mirovî ne. Van hêzan mîraseke mezin ji şehîdên bi fedakariyên xwe destanên rizgarî û paqijkirina cîhanê ji qirêjiya terorê pêşkêş kirin. Hîna jî di rêya rizgarî, avakirinê de dewam dikin û şehîdan di wê oxirê de didin. Komployên li dijî hêzên me, israr û berxwedana wan li ser pêkanîna nirx û rêgezên xwe zêde dike. Fitneya li Dêrazorê ya bi destên dijmin pêk hatiye bi armanca têkbirina xeta têkoşînê ya QSD′ê bû. Lê em bawer in ku her fitne û komployeke pêk were, dê bi saya mertala neteweyî têk biçin.”

Dûre şêxê eşîra El Sebxe, Tirkî El Sewan axivî û got ku li ser navê şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê ew QSD′ê ku li hember hemû xeterî û îxanetên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mertalên xurt in. El Sewan soz da ku ew ê bi hêzên xwe re bin û wiha pêde çû: “Kesên hewl didin fitneyan derxin û xerabiyê bixin nava Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê negihînin armancên xwe. Ji ber ku em hemû bi QSD′ê re projeyên şehadetê ne.”

Meş bi dirûşmên ′Bi can bi xwîn em bi te re ne QSD′ê′ bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar