Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gelê Rojava got: Em rê nadin planên tunekirinê

Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê bi hezaran welatiyên Hesekê, Dêrik, Tirbespiyê, Amûdê, Tebqa û Girkê Legê daketin qadan û çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de hat gotin ku gelên herêmê dê rê nedin ku hêzên navdewletî planên xwe yên tunekirinê li ser gelê herêmê bisepînin

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û komên çete yên li ser rojavayê Kurdistanê, bi tevlêbûna bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhateyan ên Hesekê, Dêrik, Tirbespiyê, Amûdê, Tebqa û Girkê Legê çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Di çalakiyan de lanet li dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê hate barandin.

Di vê çarçoveyê de bi tevlêbûna bi sedan welatiyên ji Hesekê, çalakî hate lidarxistin. Welatiyên ku li Qada Şehîd Suryan kom bûn pankartên ‘Ji dewleta tirk a dagirker û DAIŞ’ê re Na’, ‘Bi garantoriya hêzên navdewletî re em dixwazin vegerin malên xwe’, ‘Ji siyaseta qirkirin, dizîn û talankirina bi mafên gelê me re Na’ û ‘Xak û rûmeta xwe biparêze û dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe’ hatibûn vekirin. Di heman demê de şêniyan wêneyên kesên bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin û birîndarkirin vekiribûn.

Di çalakiyê de endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl axivî û got ku bi berxwedanê xewnên Erdogan ên ji bo dagirkirin, qirkirin û têkbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk çûye. Xelîl bi lêv kir ku hemû cîhan pê hesiya ku gelê Rojava ji bo rûmeta xwe û li dijî Osmaniya nû ya dagirker şer dike. Xelîl destnîşan kir ku dê Erdogan ji ber vê dagirkeriya xwe poşman bibe.

Piştî axaftinan jî çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

DÊRIK

Bi heman boneyê li Dêrikê jî bi pêşengiya Kongreya Star û bi dirûşma ‘Ji dagirkeriya Tirkiye û DAIŞ’ê re Na’ meşek hate lidarxistin. Di meşê de pankartên ‘Di bin navê ol de, em li ser destên dewleta tirk rastî komkujiyan tên’ û ‘Parastina xak û rûmeta xwe bikin û dawî li dagirker û DAIŞ’iyan bînin’ vekirin. Her wiha wêneyên qurbaniyan û alên HSD’ê hatibûn vekirin.  Welatiyan dirûşmên ‘Ji artêşa tirk û çeteyên wê re’ , ‘Erdogan kujer e’ , ‘Ji Osmaniya nû re Na’ û ‘Bijî berxwedana HSD’ê’ berz kirin.

Meş li qada Jina Şoreşger veguherî mîtîngê. Di çalakiyê de li ser navê Şaxa Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star a Herêma Cizîrê Daliya Henan axivî û êrîş şermezar kirin. Henan bi lêv kir ku şoreşa jinan a li dijî faşîzma tirk û çeteyan bi ser ket. Henan bêdengiya cîhanê ya li hemberî komkujiyan şermezar kir. Mîtîng bi dirûşma ‘Bijî berxwedana HSD’ê’ bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Îro li ser banga Kongreya Star, li Tirbespiyeyê jî bi sedan welatî daketin kolanan. Meş li ber navenda Kongreya Star dest pê kir. Di meşê de pankartên ‘Ji hebûna tirk li ser xaka Sûriyeyê re Na’ û ‘Ji dagirkeran re Na’ hatibûn vekirin. Meş li Çarxerêya Şehîd Nejbîr meş veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de endama Koodînasyona Kongreya Star Rûken Ehmed axivî û kiryarên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir. Ehmed diyar kir ku artêşa tirk li dijî zarokan komkujî pêk anîn û bi hezaran malên welatiyan hilweşandin. Ehmed diyar kir ku dê li dijî êrîşên dagirkeriyê heta dawiyê piştgiriyê bidin şervanên HSD’ê. Piştî axaftinê jî koma zarokên navçeyê şanoyeke têkildarî komkujiyên artêşa tirk pêk anîn pêşandin.

AMÛDÊ

Bi sedan jinên navçeya Amûdê ya Qamişloyê jî bi pêşengiya jinan çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Jinan di meşê de pankartên ‘Ji dagirkeriya Tirkiyeyê re Na’ , ‘Ji hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê re Na’ û ‘Ji qirkirina etnîkî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re Na’ hatibûn vekirin. Her wiha wêneyên zarokên hatine qetilkirin û şehîdên HSD’ê hatibûn hildan.

Meş ji Çarxerêya Jina Azad dest pê kir û li başûrê navçeyê jî veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de şêwirmenda Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Dîlber Yûsif axivî û êrîş şermezar kirin. Yûsif da zanîn ku dewleta tirk hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike da ku bike Efrîna duyemîn. Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.

TEBQA

Jinên Tebqayê jî bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava şermezar kirin. Daxuyanî ji hêla hevseroka Meclisa Tebqayê Yesrib Hesûn ve hate xwendin. Hesûn anî ziman ku hemû cîhan êdî şahidê hovîtiya dewleta tirk e û dewleta tirk bi hincetên cuda dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê berfireh dike. Jinan peymanên di navbera Rûsya û dewleta tirk de û DYA û dewleta tirk de jî şermezar kirin û got biryar bêyî vîna gelê herêmê hatine girtin.

Jinan diyar kir ku ji bilî peymanên ku azadiya xak û gelê wan mîsoger diek, tu peymanên din qebûl nakin. Daxuyanî bi piştgiriya bi HSD’e re bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Li Girkê Legê û gundewarên wê jî bi sedan welatî li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê meşiyan. Welatiyên ku li Qada Şehîd Xebat Dêrik kom bûn, meşiyan. Di meşê de wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê hatibûn vekirin. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina êrîşên dewleta tirk, silavkirina berxwedana HSD’ê û banga yekitiya neteweyî hatin berzkirin.

Di mîtîngê de hevseroka MSD’ê Emîne Umer axivî û Berxwedana Rûmetê silav kir. Umer anî ziman ku ew di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin û ev pêvajo dê çarenûsa wan diyar bike. Umer bi lêv kir ku planên navdewletî hebûna gelê wan hedef digire lê dê destûrê nedin van planan ku pêk bên. Umer di dawiyê de jî bang li tevahî gelên herêmê kir ku yekitiya xwe xurt bikiin. Mîtîng bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar