Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Gelê Rojava komkujiya dewleta tirk şermezar kir

Navenda Nûçeyan |

Dewleta tirk şevê din bi balafirên bêmirov (SÎHA) êrîşî gundê Helîncê yê Kobanê kir. Di encama êrîşê de endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, xwediya malê Emîne Weysî û welatiya bi navê Hebûn Mele Xelîl jiyana xwe ji dest dan.

Bi armanca şermezarkirina komkujiya dewleta tirk, bi sedan jin li Qamişlo, Çilaxa, Girkê Legê û Kobanê daketin qadan. Di vê çarçoveyê de welatiyên Qamişloyê li ber navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) kom bûn û êrîşa dewleta tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de welatiyan wêneyên jinên ku di komkujiya Kobanê de şehîd bûne, pankartên ‘Xwîna şehîd û qîrîna zarokên me dê hesab ji we bixwaze’, ‘Berxwedana gelê kurd dê faşîzma dewleta tirk têk bibe’, ‘Bi hevrînan ta Zehreyan bilindkirina berxwedanê’ û alên Kongreya Star hildan.

Şêniyan xwest ku ji ber êrîş û komkujiyên ku dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, divê ji dewleta tirk hesab bê pirsîn. Tê payîn ku Kongreya Star têkildarî mijarê daxuyaniyê bide.

Her wiha bi sedan şêniyên navçeyên Çilaxa û Girkê Legê yên herêma Cizîrê û Kobanê yê herêma Firatê berê xwe didin qadan ku xwepêşadanan li dar bixin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar