Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Gelê Rojava komkujiya Til Rifatê şermezar kir: Bila Erdogan bê darizandin

Li Qamişlo, Hesekê, Til Koçer, Dêrazor, Girkê Legê, Dêrik, Til Hemîs, Dirbêsiyê, Reqa, Amûdê, Tirbespiyê û Til Rifatê bi hezaran welatî ji bo şermezarkirina komkujiya dewleta tirk a ku li Til Rifatê kir, meşiyan. Di meşan de bêdengiya qada navneteweyî hat şermezarkirin û welatiyan xwestin ku Erdogan di dadgehên navdewletî de bê darizandin

Bi armanca şermezarkirina komkujiya ku dewleta tirk û çeteyên wê ya li Til Rifatê pêk anî û êrîşên wan ên li dijî rojavayê Kurdistanê, bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhateyan ên Qamişlo, Hesekê, Til Koçer, Dêrazor, Girkê Legê, Dêrik, Til Hemîs, Dirbêsiyê, Reqa, Amûdê, Tirbespiyê û Til Rifatê bi dirûşma ‘Dê faşîzma tirk di xwîna zarokên Til Rifatê de bifetise’ meş û çalakî li dar xistin.

QAMIŞLO

Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û bi tevlêbûna bi sedan şêniyên Qamişloyê meşek hat lidarxistin. Meş ji Çarxerêya Şehîd Rûbar dest pê kir. Di çalakiyê de endama Rêveber a PYD’ê Edalet Omer axivî û komkujiya dewleta tirk şermezar kir. Omer diyar kir ku li dijî wan rojane êrîş tên kirin û gelê wan tê kuştin, mal û milkê wan tê talankirin. Omer bêdengiya li dijî komkujiyê şermezar kir.

HESEKÊ

Çalakvanên ku li pêşiya noqteya tenduristiyê ya Til Hecerê kom bûn, bi wêneyên qurbaniyên komkujiyê û alên HSD’ê meşiyan. Di meşê de pankartên weke ‘Piştgiriya zarokên Efrînê bikin’, ‘Qêrîna zarokên Efrînê bibihîzin’, ‘Ka wijdana mirovahiyê’ û ‘Zarokên me nekujin’ hatibûn vekirin. Di çalakiyê de endamê Rêveber a PYD’ê Silêman Bedir axivî û got ku Erdogan li dijî zarokên wan komkujî kir. Çalakî bi xwendina helbesteke ku zarokê bi navê Îbrahîm Derwîş xwend re bi dawî bû.

TIL KOÇER

Bi heman boneyê bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê jî meşek li dar xist. Çalakvanan bi dirûşman komkujî şermezar kir. Di çalakiyê de endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebdelhadî Ehmed axivî û bêdengiya navdewletî ya li hemberî komkujiya li Til Rifatê şermezar kir. Ehmed got ku dewleta tirk û çeteyên wê ji bêdengiya hêzên navdewletî hêz digirin û ji ber vê jî qirkirinan dikin. Meş bi dirûşman bi dawî bû.

DÊRAZOR-HERÊMA ŞIÊTAT

Li herêma Şiêtat û gundewarên wê jî bi sedan şênî ji bo şermezarkirina komkujiya dewleta tirk meşiyan. Çalakvanan bêdengiya hêzên navdewletî şermezar kir. Meşvan li bajarokê Kişîşê kom bûn. Di çalakiyê de hevserokê Şaredariya Gel ê Herêma Şiêtatê Ebderhman El Dixîvij axivî û komkujiya dewleta tirk weke karekê tirsonek pênase kir. El Dixîvij got ku komkujiya li Til Rifatê tenê yek ji rêzesûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta tirk in.

GIRKÊ LEGÊ

Meşa li Girkê Legê jî bi tevlêbûna sedan welatiyan ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir. Di meşê de pankartên weke ‘Bi navê olê em ji aliyê dewleta tirk a faşîst rastî qirkirina etnîk tên’ û ‘Qîrîna zarokên Efrînê bibihîzin’ hatibûn vekirin. Welatiyan di meşê de bi dirûşman komkujiya dewleta tirk şermezar kirin. Meş li navenda bajarokê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Desteya Rêveber a PYD’ê Sîlvana Elî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiya Til Rifatê xwest. Elî bang li dadgehên navdewletî kir ku Erdogan di dadgehên navdewletî de bi sûcê li dijî mirovahiyê kirine bidarizînin.

DÊRIK

Li Dêrikê jî bi tevlêbûna bi hezaran pêkhateyên navçeyê, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û oldaran çalakî hat lidarxistin. Welatî li Qada Azadî kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ‘Xwîna şehîdên e û qêrînên wan dê hesab ji we bixwazin’ hatibû vekirin. Di çalakiyê de ji rêveberên PYD’ê Silêman Ebû Bekir anî ziman ku dewleta tirk û çeteyên wê dixwazin pergala Rêveberiya Xweser têk bibin û gelê kurd û gelên din ên herêmê qir bikin.

TIL HEMÎS

Bi sedan şêniyên Til Hemîs û Til Birakê, endamên saziyên sivîl, meclisên bajarok ên girêdayî wê ji bo şermezarkirina komkujiya artêşa tirk meşek li dar xist. Meş ji pêşiya Meclisa Til Hemîsê dest pê kir û li pêşiya Navenda Çandiniyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen axivî û sersaxî malbatên şehîdan xwest. Hesen got ku divê rêxistinên mafên mirovan û tevahî cîhan ji ber sûcên ku dewleta tirk li Rojava dike, hesabê jê bipirsin. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Li ser banga PYD’ê, îro li Dirbêsiyê jî bi sedan şêniyên navçeyê meşiyan. Meş ji pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên qurbaniyên komkujiyê û pankarta ‘Dê dewleta tirk a faşîst têk biçe’ hatibû vekirin. Di meşê de endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Ebdilkerîm Sarûxan axivî û komkujiya dewleta tirk şermezar kir. Sarûxan got ku komkujiya li Til Rifatê, hovîtiya dewleta tirk nîşan dide.

REQA/KERAMA

Xwepêşandêr li Qada Selamê kom bûn û bi dirûşman dest bi meşê kir. Di çalakiyê de welatiyan komkujiya dewleta tirk û bêdengiya cîhanê şermezar kirin. Di axaftinên çalakiyê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk sûcê li dijî mirovahiyê kiriye. Axaftvanan her wiha dagirkeriya dewlet tirk a li Rojava jî şermezar kir.

AMÛDÊ

Meşa li Amûdê jî ji Çerxerêya Jinê dest pê kir û çalakvan bi dirûşman ber bi Qada Şehîd Cîhad ve meşiyan. Di meşê de welatiyan komkujî şermezar kir û piştgiriya xwe ya bi şervanên HSD’ê re anîn ziman. Her wiha di çalakiyê de li ser navê girseyê endama Rêveberiya PYD’ê Erîfe Bekir axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan xwest. Bekir êrîşên dewleta tirk weke bêexlaqî pênase kir.

TIRBESPIYÊ

Li Tirbespiyê jî bi tevlêbûna gelek partiyan meşek hat lidarxistin. Di çalakiyê de partiyên siyasî ji civaka navneteweyî xwestin ku ji ber sûcên ku li herêmê dike, bila dewleta tirk bidarizînin. Di çalakiyê de li ser navê partiyên siyasî endamê Desteya Neteweyî ya Erebî Hîkmet Hebîb axivî û bêdengiya rejîma Sûriyeyê û ya cîhanê ya li dijî komkujiyên dewleta tirk şermezar kir.

TIL RIFAT

Mamoste û xwendekarên navçeya Til Rifatê jî bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku qêrînên jinên Şengal, Kobanê, Efrîn û Serêkaniyê niha jî li Til Rifatê dubare dibe. Bi berdewamî jî komkujiya dewleta tirk hat bibîrxistin û ev tişt hatin parvekirin: “Di demên dawîn de êrîşên dewleta tirk ên li ser Til Rifat a birîndar kir ku di encama wê de 10 kes şehîd bûn ku piraniya wan zarok in. Ev komkujî dê di dîroka dagirkeriya tirk a reş de dê bê nivîsandin. Em van êrîşan şermezar dikin. Rêxistin û saziyên navneteweyî di serî de jî UNÎCEF divê sînorekî ji van êrîşan re deyne. Em weke mamoste û xwendekarên Til Rifatê van komkujiyên nemirovî li ser zarokan şermezar dikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk di 2’yê kanûnê de navenda Til Rifatê topbaran kir. Di encama topbaranê de 8 jê zarok, bi giştî 10 sivîl hatin qetilkirin û 12 jî bi giranî birîndar bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar