Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gelê Rojava li dijî dagirkeriyê daket qadan

Li Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Girkê Legê, Dêrik û Dirbêsiyê bi hezaran welatî li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê daket qadan. Welatiyan êrîşa dewleta tirk û bêdengiya hikûmeta Başûr a li hemberî dagirkeriyê şermezar kirin. Welatiyan banga lidarxistina Kongreya Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê li hemû hêzên kurd kir

Bertekên li dijî hewldana dagirkeriyê ya dewleta tirk a li dijî herêmên Xakûrkê yên başûrê Kurdistanê, roj bi roj zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de bi hezaran welatiyên ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Girkê Legê, Dêrik û li Dirbêsiyê daket qadan. Di çalakiyan de li dijî dagirkeriya dewleta tirk hêrseke mezin hebû û banga xwedîderketina li axa Kurdistanê li temamiya gelê kurd hate kirin.

QAMIŞLO

Bi vê boneyê Meclisa Giştî ya Qamişloyê û Kongreya Star, bi tevlêbûna gelek kesan li Çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankartên ‘Bi ruhê serhildana Şêladizê em ê dagirkeriya tirk têk bibin’  û ‘Biradostê biparêzin û Efrînê azad bikin’ hatibûn vekirin. Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî Xakûrkê û Sîdekanê hatin bibîrxistin û hat gotin ku armanca êrîşê, qirkirina gelê kurd û dagirkirina temamiya axa Kurdistanê ye. Beşdaran bang li hemû pêkhate û hêzên siyasî yên herêmê û gelê kurd kir ku bibin yek û li dijî êrîşên dewleta tirk bisekinin. Çalakvanan bêdengiya hikûmeta Başûr a li hemberî dagirkeriyê jî şermezar kir.

AMÛDÊ

Li Amûdê jî bi sedan welatî bi heman boneyê meş li dar xist. Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn û pankartên ‘Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re’, ‘Bi ruhê serhildana Şêladizê em ê dagirkeran têk bibin’  û ‘Biradostê biparêzin û Efrînê rizgar bikin’ hatin vekirin. Meş li Qada Şehîd Cîhad veguherî mitîngê. Di mîtîngê de li ser navê girseyê endama Kongreya Star Şehnaz Hemê û hevserokê Meclisa Amûdê Abdullah Ehmo axivîn. Axaftvanan hewldana dagirkeriyê ya dewleta tirk şermezar kir û dan zanîn ku armanc, tunekirina nasnameya kurdî ye.

TIRBESPIYÊ

Bi heman armancê, bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê yên ji hemû pêkhateyan jî bi pankarên ‘Bi ruhê serhildana Şêladizê em ê dagirkeriyê têk bibin’ û ‘Biradostê biparêzin û Efrînê rizgar bikin’ meş li dar xist. Meş li pêşiya Kongreya Star dest pê kir û welatî ber bi Qada Azadî ve meşiyan. Meş li qadê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Tirbespiyeyê Abulrehîm Hiso êrîşên dewleta tirk şermezar kir. Her wiha bang li gelên herêmê jî hate kirin ku li cem gelê kurd li dijî dagirkeriya dewleta tirk bisekinin.

GIRKÊ LEGÊ

Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta tirk, bi sedan şêniyên Girkê Legê, Çilaxa û gundewarên wê jî li navenda bajarokê Til Koçerê çalakî pêk anî. Welatiyên ku meş li dar xist, hêrseke mezin li dijî dagirkeriyê nîşan dan. Meş heta navenda bajarokê dom kir. Di çalakiyê de axaftvanan bêdengiya hikûmeta Başûr û ya Iraqê şermezar kirin û gotin ku tiliya wan di van binpêkirinên dewleta tirk de heye. Beşdaran daxuyand ku dewleta tirk çi dike bila bike, dê li hemberî berxwedana gelê azadîxwaz têk biçe.

DÊRIK

Şêniyên Dêrikê jî bi heman dirûşm, pankart û boneyê herikîn qadan. Çalakvanan di serî de dagirkerî şermezar kir û gotin ku dê dewleta tirk nekare bi teknîka xwe li hemberî têkoşîna gerîla li ber xwe bide. Çalakvanan bang li hemû hêzên kurd kir ku Kongreyê Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin û bi vî awayî li dijî dagirkeriya dewleta tirk bisekinin.

DIRBÊSIYÊ

Yek ji navçeyên ku li dijî dagirkeriyê çalakî lê hat lidarxistin jî Dirbêsiyê bû. Bi sedan welatiyên navçeyê meşek li dar xist. Çalakî li ber navenda ciwanan dest pê kir û li Qada Şehîdan vegûherî mitîngê. Di mitîngê de axaftvanan êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Axaftvanan got ku dê hewldana qirkirina gelê kurd a dewleta tirk têk biçe. Beşdaran bêdengiya hikûmeta Başûr şermezar kir û hat gotin ku li dijî dagirkeriyê destekê dide dewleta tirk. Çalakî bi dirûşmên şermezarkirina dewleta tirk bi dawî bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar