PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Gelê Rojava serkeftina HSD’ê pîroz dike

Piştî ku HSD’ê serkeftina xwe ya li hemberî DAIŞ’ê ragihand, li gelek bajar û navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê welatî daketin qadan û bi şahiyan serkeftina HSD’ê pîroz kir. Şahiyên pîrozbahiyê bi coşeke mezin didome

Fermandariya Giştî  ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan serweriya DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê bi dawî kiriye. Bi daxuyaniya HSD’ê re li gelek deverên bakur û rojhilatê Sûriyeyê welatî daketin qadan û têkçûna DAIŞ’ê bi şahiyan pîroz kir.

QAMIŞLO

Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Malbatên Şehîdan a Qamişloyê welatiyên bajar bi dirûşmên serkeftinê daketin qadan û bi wesayîtan tûra bajar avêtin. Di dema konvoya wesayîtan de gelê Qamişloyê jî li mal û cihên kar bi dirûşm berz kirin û nîşaneyên serkeftinê nîşan dan. Piştî ku konvoy li bajêr geriya, gelê Qamişlo li Qada Şehîdên Enternasyonalîst civiyan. Welatiyan govend gerand û dirûşmên ‘Bijî berxwedana YPG, YPJ, HSD’ê’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên Girkê Legê jî bi heman boneyê daketin qadan û bidawîkirina DAIŞ’ê pîroz kirin. Şêniyan bi karwanekî wesayîtan ku ji sedan erebeyan pêk hat, ji qada Şehîd Xebat ber bi paymengeha Şehîd Baz a Zanistên Perwerdehiyê ve ketin rê. Şênî di nav kolanên sereke yên navçeyê de geriyan û dirûşmên silavkirina HSD, YPG û YPJ’ê berz kirin. Şênî li ber Paymengeha Şehîd Baz sekinîn û xelekên govendê gerandin.

DÊRIK

Yek ji herêma ku welatî bi keyfxweşî daketin qadan jî gundên Koçerat ê herêma Dêrikê bû. Bi sedan welatî li gundê Hemze Beg kom bûn û serkeftina HSD’ê pîroz kirin. Di şahiyê de beşdaran serkeftina HSD’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û teqez kirin ku dê serkeftina HSD’ê di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn bên nivîsandin. Welatiyan piştre jî li ber stranan govend gerand û serkeftin pîroz kir.

TIRBESPIYÊ

Bi ragihandina serkeftina HSD’ê re bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişloyê jî herikîn kolanan. Welatiyan alên HSD, YPG, YPJ’ê û wêneyên Ocalan rakirina û bi karwanê wesayîtan tûr avêtin. Welatiyan bi dirûşman serkeftin pîroz kir. Şahiya pîrozbahiyê niha bi gerandina govendê li Qada Azadî didome.

DIRBÊSIYÊ

Welatiyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê jî bi heman boneyê daketin qadan û serkeftina HSD’ê pîroz kirin. Di heman demê de şervanên YPG û YPJ’ê jî tev li pîrozbahiyan bûn. Şênî ji ber navendê bi karwanekê wesayîtan di nav kolanên navçeyê de geriyan û berê xwe dan bajarokên El Qermanî, El Xenamiye û gundê Kerbatliyê. Şahî didome.

Her wiha li gelek deverên din ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî serkeftina HSD’ê bi şahiyan tê pîrozkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar