Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Gelê Şêladizê jî tev li kampanyaya îmzeyan bû

Navenda Nûçeyan |

Kampanyaya îmzeyan a ji bo destxistina dewleta tirk a dagirker ji başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin berdewam dike. Tevî milîtarîzekirina Şêladizê û zextên asayîşa PDK’ê ya li ser herêmê jî malbatên şehîdan, çalakvanên medenî, mamoste, ciwan û jin tev li kampanyayê bûn.

Li gorî agahiyên komîteya kampanyayê tenê li herêma Amediyê bi taybet jî li Şêladizê 250 îmze hatine berhevkirin.

Kampanya bi xwebexşî ji aliyê gelê herêmê ve hatiye birêve birin. Gelê herêmê eleqeyeke mezin nîşana kampanyayê dane û daxwaza derxistina hêzên tirk kirine.

Piştî şehîdxistina 3 ciwanên herêma Şêladizê ji aliyê balafirên tirk ve, gelê Şêladizê rabûn ser pêyan û daxwaza derxistina hêzên tirk kirin. Rêveberiya PDK’ê soz da gel ku daxwazên wan ên dibin çend xalan de hatibûn rêz kirin ku yek ji van derxistina hêzên tirk ji herêmê bû pêk bînin û welatiyên hatine binçavkirin berdin, pêk neanî. Berovajiyê wê bi hezaran pêşmerge şandin herêmê û bajaroka Şêladizê dorpêç kirin.

Rêkxirawî Jiyanewey Gencanî Kurdistan û Rêkxirawî jinên ciwan ên têkoşer 30’yê Hezîranê li dijî dagirkeriya tirk a li ser başûrê Kurdistanê seferberî ragihand. Di çarçoveya seferberiyê de gelek ciwanên Başûr ragihandin ku ew amade ne ji bo parastina xak û welat beşdarî Cenga Heftanînê bibin. Di çarçoveya seferberiyê de kampanyaya îmzeyan a bi dirûşma ‘Ji bo Kurdistaneke yekgirtî û azad faşîzm û dagirkeriyê birûxînin’ hate destpêkirin. Kampanya 3’yê Tîrmehê li Herêma Silêmaniyê destpê kir û hîn berdewam dike. Li gorî agahiyan heya niha 20 hezar îmze hatine komkirin.

Di sala 2011’an de jî Tevgera Ciwanan ji bo derxistina artêşa tirk a dagirker kampanya dabûn destpêkirin û nêzî milyonek îmze hatibû berhevkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar