Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

‘Gelê Semsûrê divê teqez biçin ser sindoqan’

Rêvebirên bajarê Semsûrê bal kişandin ser girîngiya hilbijartinan û gotin: “Divê teqez gelê me yê ji ber karesata erdhejê ji neçarî koç kirine xwedî li îradeya xwe derkeve û ji bo biçin ser sindoqan em ê wan veguhezînin cihê rayên wan lê ne.”  

Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên li herêma erdhejê dewam dikin. Li Semsûrê ku bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, Partiya Çepên Kesk li nava gundan, kolanan digere û namzetên xwe dide naskirin. Partiya Çepên Kesk ku hewl dide birînên erdhejê bipêçe, dixwaze herî kêm 2 wekîlan ji bajêr werbigire.

Hevserokê Semsûrê yê Partiya Çepên Kesk Azîz Koçak û Hevserokê Bajêr ê DBP’î Mehmet Dag li ser karên hilbijartinê axivîn.

‘Gelê me zana û polîtîk in wê xwedî li têkoşîna xwe derkevin’

Hevserokê Semsûrê yê Partiya Çepên Kesk Azîz Koçak bi bîr xist ku felaketeke mezin bi ser Semsûrê ve hat û anî ziman ku girseya bajêr bi giranî polîtîk e û zane ku di hilbijartinê de tercîheke çawa bike.

Koçak got, “Ez di wê baweriyê de me ku gelê me wê xwedî li têkoşîna xwe derkeve. Gelê me tevî ku ji ber erdhejê ji neçarî koçî rojava kiribe jî hêvîdarim ku di hilbijartinê de wê xwedî li îradeya xwe derkeve. Weke HDP û DBP ku tifaqên Partiya Çepên Kesk e em li gorî pêvajoya erdhejê karê hilbijartinê dikin. Em li qadê bi êşa gelê xwe zanin û li gorî vê yekê deng dixwazin. Em dixwazin ku xwedî li hev derkevin. Di heman astê de em nêzî hemû bawerî û nasnameyan dibin, em cihêkariyê teqez nakin.”

‘Em ê gelê xwe bigihînin cihên dengdanê’

Hevserokê DBP’ê yê Semsûrê Mehmet Dag jî li ser dînamîkên hilbijartinê yên li Semsûrê û karên xwe yên hilbijartinê got, “Em dibînin ku nêzîkatiya gelê me ya li me gelekî baş e. Ji ber ku di dema erdhejê de ji bilî me tu partiyeke siyasî li qadê nebû. Lewma têkildarî hilbijartinê hêviya me heye. Bi taybetî eleqeya jin û ciwanan a ji bo partiya me zêde ye. Her wiha em ê hewl bidin hilbijêrên xwe yên li derve ji bo dengdanê bigihînin cihên dengdanê. Gelekî girîng e ku mirovên ji ber erdhejê koç kirine dengê xwe bidin. Gelê me di vê mijarê de divê baldar be. Rica me ji wan ew e ku di vê hilbijartina sedsalê de dengê xwe bi kar bînin. Ji ber ku pêvajoyeke ku eleqeya xwe bi paşeroja gelan heye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar