Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gelê Şengalê dê li dijî qirkirinê li ber xwe bide

Kurdên êzidî li Şengalê bi rojan e li ser pêyan in. Peymana di navbera Neteweyên Yekbûyî (NY), Hikûmeta Iraq û PDK’ê de çêbûye qebûl nakin. Peyman ji bo wan ne rewa ye. Di heman demê de kurdên êzidî yên li Rojava û Ewropayê dijîn jî li dijî vê peymanê derdikevin qadan û peymanê protesto dikin.

Gelekî ku 72 ferman hatine serê wan û li dijî fermana 73’yan bi berxwedanê rê li ber qirkirinê girtine, ev berteka wan di cih de ye. Çimkî dema ku DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir û dest bi êrîşên qirkerinê kir li meydanê ne NY, ne Hikûmeta Iraqê ne jî PDK hebû. Li hemberî êrîşên qirker ên DAIŞ’ê NY xwe ker kir û xwe ji ber her tiştî da alî; artêşa Hikûmeta Iraqê ketibû derdê xwe, nedixuya. PDK’ê jî pêşî ferman da pêşmergeyan ji bo gel bêçek bikin, paşê li maşîneyên xwe siwar bûn û reviyan.

Niha ev li hev civiyane û biryaran der barê Şengalê de didin, bê şerm û fedî vê biryarê radigihînin. Helbet xebera kurdên Şengalê yên êzidî ye, ew ê ji wan bipirsin û bejin “duh pêr gava ku em dabûn ber qirkirinê, ji zarokan heta mêran em serjê dikirin û davêtin çalên mirinê, tecawizî zarok û jinan dikirin ew li ‘bazarên koleyan’ difrotin û dest datanîn ser mal û milkê wan hûn li ku bûn?” Ji ber vê yekê “ev biryara ku we daye ji bo me tu qîmet û meşrûbûna xwe tune ye” û ew ê bi awayekî aşkera ragihînin û bêjin “em ê li ber xwe bidin”.

Divê her kes bizanibe ku ev biryara ku NY, Hikûmeta Iraqê û PDK’ê daye ne tenê ji bo Şengalê ji bo tevahiya gelê Kurdistanê ye. Di bin vê biryarê de DYA û dewleta TC’yê ya qirker heye. Nûnerê DYA’yê yê Sûrîyeyê J. Jefrî di gelek daxuyaniyên xwe yên piştî hevpeyvînên xwe de yên li Enqere, Bexda û Hewlêrê kiriye ev tişt gotiye. J. Jefrî der barê Şengalê de xwestiye ku NY, Hikûmeta Iraqê û PDK bi hev re tevbigerin. Piştî daxuyaniya J. Jefrî van her sê hêzan ji bo vî tiştî xwe hilkirine. Peymana NY, Hikûmeta Iraqê û PDK di navbera xwe de li ser Şengalê danîne, encama vê daxuyaniyê ye.

Helwesta J. Jefrî ya ji bo kurdan tê zanîn. Heta niha tu hatinên wî yên Rojhilata Navîn ne ji bo xêra kurdan bûne. Beriya niha jî dema hatibû Enqereyê nexşeya dagirkirina Rojava dabû destê R. T Erdogan. Erdogan bi vê nexşeyê çû li Newyorkê beşdarî civîna Lijneya Giştî ya NY’ê ya bû, li wir ev nexşe nîşan da û bi awayekî aşkera ragihand ku ew ê rojavayê Kurdistanê dagir bike. NY li hemberî ragihandina Erdogan bêdeng ma û bi vê tevgera xwe ev ragihandin pesend kir. Di encama vê yekê de dewleta TC’ê ya ku Rûsya û DYA xwe dabûn pişta wê, di 9’ê Cotmeha 2019’an de li ser xeta Serêkaniyê û Girê Spî dest bi dagirkirina rojavayê Kurdistanê kir, hêzên xwe yên dagirker û mêtinger li van deveran bi cih kirin û bi vî awayî bi fiîlî ev dever xistibû nav sînorên dewleta xwe.

Niha jî heman tişt qewimî. J. Jefrî hat Enqere, Bexda û Hewlêrê, piştre NY, Hikûmeta Iraqê û PDK li hev civiyan û ev peyman danîn. Tişta balkêş ew e ku biryara di rojên ewil ên meha cotmehê de dabûn di 9’ê Cotmehê de li ser navê xwe bi PDK’ê dan aşkerakirin. Çawa di 9’ê Cotmeha 2019’an de R.T. Erdogan ji bo hewcadariyên nexşeya ku J. Jefrî dabû destê wî pêk bîne dest bi hewldanan kiribû, piştî vê meseleyê bi salekê di heman rojê de berdevkên PDK’ê bi heman awayî tiştên ku di teksta (metna) peymanê de nivîsine dane destê xwe û radigihînin.

Êrîşa dagirker a dewleta TC’ê biriye ser Rojava û biryara êrîşkirina li Şengalê ya PDK’ê daye di heman rojê de 9’ê Cotmehê de qewimiye helbet ev ne tesaduf e. Bi zanebûn ev roj aşkera kiribûn. DYA, dewleta TC’ê ya dagirker û PDK ji her kesî baştir dizanin ku bê 9’ê Cotmehê tê çi wateyê. Çimkî di komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de ew serê govendê bûn. Bi vî tiştî nîşan dan ku armanca komploya navneteweyî ku li ser şexsê Rêber Apo pêk anîn, di rastiya xwe de qirkirina gelê kurd e. Dibe ku di navê PDK’ê de gotina Kurdistanê hebe lê dixwazin di bin vî navî de xwe veşêrin û

Wateya biryara ji nû ve dagirkirina Şengalê ya di 9’ê Cotmehê de, ji hêla berdevkên PDK’ê ve hatibû ragihandin ev e; temamkirina fermana 73’yan ya DAIŞ’ê ye. Armanca ji vê ev e ku bi komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo bikin sedema qirkirina kurdan.

Di serî de kurdên êzidî yên Şengalê, tevahiya gelê Kurdistanê bîra vî tiştî dibin. Çawa li dijî komploya navneteweyî, li dijî fermana 73’yan a DAIŞ’ê û li dijî êrîşên dewleta TC’ê yên li ser Rojava li ber xwe dane, ew ê li dijî êrîşên dagirker ên li ser Şengalê jî li ber xwe bidin û dagirkerên qirker û hevkarên wan têk bibin.

Nûçeyên Têkildar