Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gelê Silêmaniyeyê bertek nîşanî saziyên sîxurtiyê dan

Welatiyên Silêmaniyeyê bertek nîşanî zêdebûna navendên îstîxbaratê yên li Başûr dan û gotin; ‘Ger baxek bê xwedî be, hemû zindî dikevinê û wêran dikin. Divê hemû partî û gelê Başûr li dijî van sîxûran derkevin. Bi taybet jî dewleta tirk.’

Di rojên dawî de li gorî ragihandin û raporên taybet, dezgehên îstîxbaratên welatên cîran û biyanî ji bo hemberî pirsgirêkên yasayî neyên, dibin navê nûnertî yan jî konsolosxaneyan de xwe li Herêma Kurdistanê birêxistin dikin. Têgotin ku ji derveyî operasyonên taybet ên li dijî welat û yan jî rêxistinan, ev dezgehên îstîxbaratê çavdêriya berpirsên Herêma Kurdistanê jî dikin. Têkildarî mijarê welatiyên Silêmaniyê ji Rojnewsê re axivîn.

Der barê mijarê de welatiyê bi navê Bahadîn Mihemed anî ziman ku welatên cîhanê ji hemû aliyan ve çav berdaye başûrê Kurdistanê û wiha got: “Bi taybet jî welatên cîran. Sedema vê jî neft,  çavaniyên sererd û binerd û taybetmendiyên cuda ne. Ji bo xwe veguherandîne qada bazarê û zindîkirina berhemên xwe. Başûr radestî dagirkeran hatiye kirin. Tirsa min ew e ku Rojava, Rojhilat û Bakur jî mîna Başûr bibin.”

‘Welat biçûke lê rêveber mezin in’

Goran Letîf jî destnîşan kir ku ger welatek bê derî û pace be, asayîşa neteweyî nebe, dê ew welat bibe cihê sîxûriyê û wiha pê de çû: “Bi salane welat biçûke lê rêveber mezin mane. Sedema wê jî hezkirina wan a ji pere ye. Lê halê xelkê wisa nîne.”

‘Baxê bêxwedî wêran dibe’

Welatiyê bi navê Şêx Emer Berzencî jî dibêje ku ger baxek bê parêzvan be, dê gelek zindî bikevin nava bax û wiha domand: “Dê wî baxî wêran bikin. Rewşa welatê me jî heman e. Welatê me ji ber ku bê rêvebere, rewşa me wisa ne. Pêwîste hemû rêxistin û hizb bi dilsozî hev bigrin û ji bo pêşxistina welat kar bikin. Hebûna saziyên îstixbaratê tê wateya wê ku livir destûr hatiye dayîn. Ger ev yek nebe gelo çawa dikarin li vir bimînin?”

Bang kir ku gel li dijî sîxûran derkevin

Herî dawî jî Newzad Mehmud axivî û ev tişt anî ziman: “Saziyên îstixbaratê diyar in. Ez bang li hemû kesî dikim ku li hemberî vê sîstema îstixbaretê derbikevin. Bi taybet jî li hemberî dewleta tirk a faşîst. Niha çeka me ya li dijî dewleta tirk boykotkirina malê wan e. Ez bang li hemû aliyên siyasî dikim ku li mizgeft, dibistan û hemû cihên din behsa hestê neteweyî bikin. Divê behsa dijminê me bê kirin, bi taybet jî divê behsa dewleta tirk ku dixwaze kurdan bikuje bikin.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar