Bi sedan welatiyên Silêmaniyeyê li ser agahiya ku dewleta tirk li Serêkaniyê bombeyên fosfor û napalmê bikartînê, daketin qadan. Welatiyan banga lezgîn li qada navdewletî kirin û xwestin ku pêşî li vê komkujiyê bê girtin
Di danê êvarê de endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl li ser medyaya civakî ragihand ku dewleta tirk a dagirker li Serêkaniyê bombeyên fosfor û napalmê ku di qada navneteweyî de qedexe ne bi kar tîne. Xelîl ji bo Rojava banga lezgîn kiribû. Li ser vê yekê li Silêmaniyê gelek kes daketin qadan.
Welatiyên ku daketin qadan êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê şermezar kirin. Welatiyan bal kişand ser bikaranîna çekên qedexekirî û bang li qada navneteweyî kirin ku di zûtirin dem de mudaxaleyî rewşê bikin da ku pêşî li karesatekê bê girtin.
Di çalakiyê de her wiha dirûşmên ‘Bijî berxwedana Rojava’ , ‘Erdoganê dagirker’ û ‘Gelê kurd warê xwe naberde’ berz kirin. SILÊMANIYE