Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gelê Şirnex, Mêrdîn û Êlihê ji bo têkbirina qeyûman herikî ser sindoqan

Li bajarên Şirnex, Mêrdîn û Êlihê û navçeyên wan, tevî barîna barana zêde jî welatî bi israr û coşekî mezin çûn ser sindoqan û ji bo vîna xwe deng dan. Welatiyên ku dengê xwe dan, ji bo parastina dengên xwe li dora dibistanan sekinîn

Hilbijartina rêveberiyên herêmî li bakurê Kurdistanê di serê sibehê de saet 07.00’an de dest pê kir. Beriya ku hilbijartin dest pê bike, kurdistanî çûn ber deriyên dibistanan û li benda dengdayînê man. Bi destpêkirina hilbijartinê re jî welatiyan dest bi dengdayînê kir. Di vê çarçoveyê de li Şirnex û navçeyên wê, li Mêrdîn û Êlihê jî welatî bi coşekî mezin çûn ser sindoqan.

Li Navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Hezex, Elkê, Qileban û Basan û bajarokan jî ji saet 07.00’an ve dengdayîn dest pê kir. Li 19 dibistanên Şirnexê ewlehî û tedbîrên polîsan ên li ber dibistanan balê dikişînin ser xwe. Welatiyên ku dikevin dibistanan piştî lêgerînê dikevin hundir. Her wiha avahiya HDP’ê ya Şirnexê jî bi wesayîtên zirxî hatiye dorpêçkirin. Lê tevî barana zêde û zexta polîsan jî, ji bo dengdayînê eleqeyeke mezin heye.

Namzetên HDP’ê yên hevşaredariya Şaredariya Şirnexê Hişyar Osal û Nurcan Alturk, parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî dengên xwe bikar anîn. Maseya krîzê ya HDP’ê hatiye avakirin û li dijî hîleyan tevdigere.  Li navçeyên Şirnexê jî gel diherike ser sindoqan. Gelek hilbijêr jî bi cil û bergên xwe yên gelerî çûn ser sindoqan. Hat zanîn ku li Cizîrê parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û komekê HDP’î xwestin biçin Dibistana Îsmaîl Ebul Îz lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Heyet demek piştre kete dibistanê.

MÊRDÎN

Li Navenda Mêrdîn û navçeyên wê bi destpêkirina dengdayînê re welatî herikîn ser sindoqan. Weke Şirnex û navçeyê wê, li Mêrdîn û navçeyên wê hemû dibistan ji hêla polîsan ve hatine dorpêçkirin. Li Mêrdînê hilbijêrên temenmezin û astengdar bal dikişand. Welatiyên kal û astengdar di serê sibehê de bi alîkariya xizmên xwe hatin ser sindoqan û dengê xwe dan. Hat zanîn ku li gundê dîrokî yê Dara yê girêdayî Artukluyê ji ber hilbijartina keyayan nîqaş derket lê piştre pirsgirêk hat çareserkirin.

ÊLIH

Hilbijêrên êlihî jî di saetên sibehê ve bi coşekî mezin diçin ser sindoqan û vîna xwe hildibijêrin. Barana zêde ku ev demeke li Êlihê dibare, li pêşiya hilbijêran nabe astengî û welatî diçin ser sindoqan û dengê xwe didin. Gelek welatiyên ku dengê xwe didin, ji bo ku dengê xwe biparêzin, piştî ku dengê xwe didin li ber dibistanan nobedê digirin.

Namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr û namzetên navçeyê jî dengê xwe bi kar anîn û serkeftin xwest.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar