Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Gelê Wanê Newroz pîroz kir

HDP’a Wanê, di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, li navçeyên Rêya Armûşê û Serayê ya Wanê gel ziyaret kirin. Rêveber û namzetên HDP’ê di ziyareta gel de li Taxa Kûrûcan a Serayê bi coşek mezin Newroz pîroz kirin

HDP’a Wanê xebatên hilbijartinê bi lez berdewam dikin. Namzetên HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana gund, tax û malan dikin û îro jî bi gel re civiyan. Namzeta HDP’ê yê Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe, namzetên hevşaredariya Rêya Armûşê Şehzade Kûrt û Azîm Yacan li Taxa Erçek a navçeya Armûşê bi gel re civiya. Gel bi dihol û zirneyê HDP’yî pêşwazî kirin û piştre govend gerandin.

Bedîa Ozgokçe di ziyaretan de bal kişand ser çalakiya Leyla Guven ku 130 rojin di grevê de ye û xwest her kes dengê xwe bidin dengê Leyla.  Namzeta hevşaredariya Rêya Armûşê Şehzade Kûrt jî bal kişand ser mijara grevên birçîbûnê û xwest her kes bihestiyarî tev bigerin. Namzet û rêveberên HDP’ê ku li navçeya Seray a Wanê gel ziyaret kirin, li gel welatiyan yekemîn Agirê Newrozê geş kirin û Newroz pîroz kirin. Namzetên hevşaredariyê Caziye Dûman û Şahabettîn Bîlmez çûn Taxa Kûrûcan û beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Namzet û gelê Kucanê piştî Agire Newrozê geş kirin, govend gerandin.

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci û heyeta pêre li navçeya Şax a Wanê bi gel re civiya. Gelê navçeyê bi coşek mezin namzet pêşwazî kirin. Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak, hevserokê HDP’ê yê navçeya Şaxê Tayyîp Belka, namzetên hevşaredariya Şaxê Esra Babûr, Mûrat Bozdemîr û rêveberên partiyê yên navçeyê li gel Mûstafa Avci bûn. Hevseroka HDP’ê ya bajêr Yadîşen Karabûlak û Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûsafa Avci li burya hilbijartinê ya navenda navçeyê bi gel re civiyan. Karabûlak û Avci piştre li taxên Kutîs û Berxo yên Şaxê bi gel re civiyan. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar