Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gelek çete hatin kuştin û girtin

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku li Ezaz û Babê di çalakiyên wan ên duh de 3 çete hatine kuştin. YPG’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di hefteya dawîn de derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê dane û di operasyonên wan ên dawî de 4 serçete hatine girtin û 2 çete jî hatine kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku li Ezaz û Babê di çalakiyên wan ên duh de 3 çete hatine kuştin. HRE’yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HRE’yê di daxuyaniya ku da de ev agahî parvekir: “Hêzên me bi sê çalakiyên sekvaniyê çeteyên girêdayî artêşa tirk a dagirker li herêmên dagirkirî yên li Ezaz û Babê kirin armanc û hejmarek ji wan çeteyan kuştin. Di 10’ê îlonê de hêzên me çalakiyeke sekvaniyê li dijî çeteyên girêdayî artêşa tirk a dagirker li derdora gundê Kefer Xaşir ê girêdayî herêma Ezazê li dar xist, di encamê de çeteyek hat kuştin. Di heman rojê de hêzên me li hember kombûna hejmarek ji çeteyên girêdayî artêşa tirk li derdora gundê Hezwan ê girêdayî herêma Babê 2 çalakiyên hemwext ên sekvaniyê li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin. Di 9 û 10’ê îlonê de, artêşa tirk û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundê Merenaz ê girêdayî navçeya Şera û gundê Herbil ê herêma Şehbayê kir, her wiha balafirên keşfê yên tirk li ser gundên navçeya Şêrawa geriyan.”

YPG: 4 serçeteyên DAIŞ’ê hatin girtin, 2 çete hatin kuştin

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û der barê operasyonên xwe yên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de agahî parve kirin. YPG’ê diyar kir ku di operasyonan de 4 serçete ku di nav DAIŞ’ê de bi erkên girîng rabûne, hatin girtin û 2 çete jî hatin kuştin.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye: “Operasyonên Yekîneyên Antî Teror li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li herêmê bê navber didomin. Di navbera 2 û 9’ê îlonê de li herêmên Dêrezor û Şedadê bi 3 operasyonên serkeftî 4 serçeteyên ku bi erkên girîng ên koma terorê ya DAIŞ’ê radibûn, hatin desteserkirin û 2 çeteyên din hatin kuştin. Berfirehiya agahiyên der barê operasyonên yekîneyên me de wiha ne: Di 2’ê îlonê de yekîneyên me li herêma Dêrezorê li dijî serçeteyek ku berpirsek kar û barên aborî ya şaneyên veşartî bû, operasyoneke taybet pêk anî. Di operasyonê de serçeteyê bi navê E.M. hate girtin, her wiha hejmareke mezin dokuman û amûrên din jî hatin desteserkirin. Di 6’ê îlonê de hêzên me li herêma Dêrezorê ser bi maleke ku serçeteyê bi navê Xelef Elî Baş El-Bekirî tê de bû, girt. Di operasyonê de li gel serçeteyê navborî 2 çeteyên din jî hatin girtin. Her wiha çekeke AK-47 û hejmarek alavên leşkerî hatin girtin. Di 9’ê îlonê de hêzên me girt ser maleke li herêma Şedadê ku 2 çeteyên iraqî xwe tê de vedişart. Di encama operasyonê de her du çete hatin kuştin. Bi operasyonên di demên dawî de hêzên Yekîneyên Antî Teror karibûn bi awayekî serkeftî pêşî li gelek hewldanên êrîşan û tanzîmkirina çeteyan bigirin. Operasyonên yekîneyên me yên li hember şaneyên veşartî wê li hemû herêmê bê navber berdewam bikin.”QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar