Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên DAIŞ’ê duh hêriş anîne ser kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê. Piştî hêrişa çeteyan Hêzên Ewlehiya Navxwe bersiv dane û şer derketiye.
Têkildarî mijarê, endamekî Rêveberiya Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Kampa Holê Îbrahîm Mihemed agahî da û wiha got: “Dema ku hêzên me erka xwe pêk dianîn çeteyan êrîş kirine.”
Îbrahîm Mihemed piştrast kir ku ji ber ku di kampê de jin û zarok hene, Hêzên Ewlehiya Navxwe bi baldarî tevdigerîn û di encamê de komek çete hatine girtin.
Koma çeteyên DAIŞ’ê di hêrişê de bombeya RBG bi kar anîn, di encamê de zirar gihaşt 3 wesayîtên leşkerî yên Hêzên Ewlehiya Navxwe.
Hêzên Ewlehiya Navxwe xebatên xwe yên lêkolînê di beşa pêncan a kampê de berdewam dikin û li kampê û navçeya Holê bi giştî qedexe ye ku mirov derkevin derve.