Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gelek girtî sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin

Serokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn, diyar kir ku li girtîgehên Herêma Egeyê, piştî grevên birçîbûnê bi dawî bûne girtî bi awayekî rêk û pêk sewqî nexweşxaneyan nehatine kirin

Di 26’ê gulanê de piştî bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn. Serokê Şaxa Komleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Zafer Încîn, bal kişand ser binpêkirina mafan ku girtiyên di greva birçîbûnê de bûne bi wan re rû bi rû dimînin û çavdêriyên xweyên der barê girtîgehên li Herêma Egeyê ve vegotin.

Încîn bilêv kir ku li Îzmîrê piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê demildest ew li hev kom bûne û piştî civînê ew çûne girtîgehên li herêma Egeyê. Încîn diyar kir ku wexta ew çûne girtîgehan wan dîtiye ku biryara bidawîbûna grevên birçîbûnê negihaye hin girtîgehan û got, ev yek ji ber polîtîkayên tecrîd û sansurê yên li girtîgehan e. Încîn, destnîşan kir ku hîn jî li girtîgehan tecrîd didome û got: “Piştî bidawîbûna grevê diviya girtîgeha sewqî nexweşxaneyan bihatana kirin û bihatana tedawîkirin. Koordînasyona me hem bi çalakgeran re hem jî bi îdareyên girtîhgehan re hin hevdîtin pêk anîn.”

Încîn diyar kir ku piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê ne îdareya girtîgehê û ne jî Wezareta Dadê karê xw ebaş nekirine û ji ber vê di warê tenduristiyê de hin mudaxile nehatine kirin. Încîn, got: “Dema em li girtîgehan geriyan di warê tenduristiya çalakgeran de me îdaeyên girtîgehan û bijîşk hişyar kirin. Lê dîsa jî li gelek girtîgehan ev nehatiye kirin, tenê karmendên tenduristiyê û bijîşkên revîrê nimûneya xwînê ji girtiyan girtiye û serûm li wanx istine. Yanî bi awayekî rêk û pêk nehatine kontrolkirin.”

Încîn, bal kişand ser rewşa girtîgehên li Herêma Egeyê û got: “Di nav girtîgehên em çûn wan, tenê Girtîgeha Kiriklarê bi hesas tev geriyaye. Roja ewil girtî sewqî nexweşxaneyan hatine kirin û hîn jî tedawiya hin girtiyan didome. Hin jê jî piştî tedawiyê şandine girtîgehê. Lê belê hîn li gelek girtîgehên Egeyê serûm jî li girtiyan nexistine. Tenê tehlîla xwînê hatiye kirin, lê ew jî bi dawî nebûne. Yanî bia wayekî rêk û pêk sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin.”

Bang li bijîşkan kir

Încîn girtîgeh wekî hincet diyar kiriye ku ji ber hejmar zêde bûye nikaribûne sewqî nexweşxaneyê bikin û got: “Ne mimkun e mirov bi nêzîkatiyên ewlehîparêz û nêzîkatiyên cuda vê yekê îzah bike. Bi taloqkirina vê jiyana girtiyan ber bi xetereyê ve diçe. Ji bo li gor Danezana Maltayê tev bigerin em careke din bang li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê dikin. Ji hin girtîgehan dtê ragihandin piştî greva birçîbûnê hîn jî xwîn ji devê hin girtiyan tê.”

Încîn wiha got: “Li Girtîgeha Jina ya Şakranê, li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê û li Girtîgeha Jimare 3’yan a Şakranê pirsgirêk rû dan. Me bi çavê wxe dît di roja ewil de li Girtîgeha Jina ya Şakranê pirsgirêk rû dan û me ev yek bi raya giştî re parve kriibû. Me gotibû, bi awayekî rêk û pêk nayên tedawîkirin û xwarinên ku wê jiyana wan ber bi xetereyê ve bibe didin. Hejmara girtiyên Girtîgeha Şakranê zêde ye lê belê heta niha tenê 2 girtî sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. Rahşan Aydin û Îlhamî Çinar ku 160-170 rojî di grevê de man û rewşa wan nebaş e wan nebirin nexweşxaneyê. Me hevdîtin bi îdareyê re çêkir, lê belê gotin tiştekî lezgîn tune ye eger çêbibe ew ê wan bişînin nexweşxaneyê.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar