Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gelek kes ji çar milan ve meşiyan Taksîmê

Tevî biryara qedexeyê ya Walîtiya Stenbolê jî bi sedan kes ji çar milan ve meşiyan Taksîmê. Di mudaxaleyên polîsan de gelek kes hatin binçavkirin

Li gel qedexeya Walîtiya Stenbolê û qedexeya derketina derve jî karker û kedar ji çar milan ve meşiyan Taksîmê û xwestin 1’ê Gulanê pîroz bikin. Polîsan, bi awayekî tund mudaxaleyî bi sedan kesên ku bi pankart û dirûşmeyan bertek û daxwazin xwe qêriyan, kirin û ew binçav kirin. Qadên bajar ku bi hinceta pandemiyê hatine qedexekirin bi dûrişma ‘Bijî 1’ê Gulanê’ têje bûn.

Polîsan mudaxaleyî meşên 1’ê Gulanê ku ji nokteyên cuda yên Beygolû, Osmanbey û Mecîdekoy dest pê kirin, kirin û bi dehan çalakgeran binçav kirin. Meclisên Ciwanan û Platforma Piştevaniya Sosyalîst, ji bo biçin Taksîmê li Mecîdekoyê li hev civiyan û bi pankarta ‘Em hatin tiştên we ji me diziye ji we bigirin’ û ‘Em ê faşîzmê têk bibin’ dest bi meşê kirin. Piştî berzkirina ‘Bijî Yekê Gulanê’ polîsan mudaxaleyî girseyê kir û destê 19 kesan ji pişt ve kelemçe kir û binçav kirin.

Bi ser barîqata polîsan de çûn

Komîteyên Ciwanan jî bi pankarta ‘Li her derî têkoşîn, ji kesên nikarin bibin desthilat re’ meşiyan Taksîmê. Komîte, bi dûrişma ‘Bijî têkoşîna me ya 1’ê Gulanê’ bi ser barikata polîsan a li Qada Galatasarayê de çûn. Polîsan, li vir bi awayekî tund mudaxaleyî Komîteyên Ciwanan kirin. Polîsan gelek xwendekarên zanîngehê binçav kirin.

Endamên Lîmter-Îş, Înşaat-Îş, Dev Yapi-Îş, Dev Turîzm-Îş, Komeleya Karkerên Ciwan, BÎK’ê jî bi dûrişma ‘Her der Taksîm, her der berxwedan’ xwestin bimeşin Taksîmê. Polîsan mudaxaleyî vê girseyê jî kir. Polîsan li Hevserokê ESP’ê Şahîn Tumuklu dan û ew binçav kirin.

Şoreş dikare vê kirêtiyê paqij bike

Xwendekarên Yekitiya Têkoşînê jî bi pankarta ‘Israra di Taksîmê de israra di şoreşê de ye’ xwest ji Kolana Siraselvîler bimeşe Taksîmê. Polîsan, mudaxaleyî çalakgeran kir û ew binçav kirin. Polîsan, 4 xwendekarên Kovara Kaldiraçê ku bi pankarta ‘Şoreş dikare vê kirêtiyê paqij bike’ xwestin bimeşin Taksîmê jî binçav kirin.

Bijî Yekê Gulanê

Lijneya Yekgirtî ya Karkeran jî xwest ji Mecîdekoyê bimeşe Qada Taksîmê. Polîsan, mudaxaleyî girseya ku bi dûrişma ‘Bijî Yekê Gulanê’ meşiyan, kir û gelek kesî binçav kir. Polîsan 10 endamên Xebata Anarjîst a Şoreşger jî dema ku xwestin ji Mecîdekoyê bimeşin Taksîmê jî binçav kirin.

Bi erdê ve kaş kirin

Ji Platforma Çîna Şoreşger a Serbxiwe 4 jin jî xwestin bi dûrişma ji kolana Ortaklari ya  Mecîdekoyê bimeşin Taksîmê. Polîsan wan jî binçav kir. Her çar jinan pankarta ‘Bijî 1’ê Gulanê bijî Sosyalîzm’ vekirin û bi dûrişma ‘Di 1’ê Gulanê de em li qada 1’ê Gulanê ne’ meşiyan. Polîsan xwe li meşa wan negirt û êrîş bir ser wan. Polîsan her çar jinan bi erdê ve kaş kir.

7 endamên Partîzanê û Ciwanên Demokratên Nû (YDG) xwestin ji kolana Ortaklarê ya Mecîdekoyê bimeşin Taksîmê. Polîsan li her 7 kesên ku bi dûrişma ‘Wê serkeftin a karkerên berxwedêr be’ û “Bijî Yekê Gulanê’ hatin qada Mecîdiyekoyê, dan û binçav kirin.

Li Enqereyê 4 kes hatin binçavkirin

Her wiha Federasyona Anarşîzmê ya Şoreşger (DAF), xwest 1’ê Gulanê li Kizilay a Enqereyê bi meşekê pîroz bike. Polîsan bi hinceta bergiriyên vîrûsa koronayê, mudaxaleyî koma ku bi berzkirina dirûşmên ‘Bijî 1’ê Gulanê’ dest bi meşê kir, kirin. Polîsan bi lêdanê 4 kes binçavkirin û bi hinceta danezana ku Miduriyeta Giştî ya Polîsan di rojên berê de weşandibû, kesên xwestin dîmenan bikişînin asteng kirin. STENBOL – ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar