Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Gelek jinên cihanê piştgiriyê didin felsefeya Rêber Apo’

Berdevka Înîsiyatîfa Nûn Ji Bo Azadiya Ocalan Sewsen Şoman diyar kir înîsiyatîf ji bo bersivdayîna qenciya ku Rêber Abdullah Ocalan ji jinan re kiriye hatiye avakirin û wiha got: “Gelek aktîvîstên jin beşdar bûn û piştgiriya xwe bo felsefeya Rêber Ocalan nîşan dan.”

Înîsiyatîfa Nûn Ji Bo Azadiya Ocalan 4’ê Hezîrana 2022’yan ji aliyê komek jinên ji Lubnan, Filistîn, Iraq, Lîbya, Misir û Sûdanê ve hatiye avakirin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, danasîn û belavkirina felsefeya wî gelek xebat meşandine.

Berdevka înîsiytaîfê Sewsen Şoman bi minasebeta salvegera 25’emîn a komploya navdewletî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, têkildarî xebatên înîsiyatîfê ji ANHA’yê re axivî.

Sewsen Şoman diyar kir ku înîsiyatîf ji bo bersivdayîna qenciya ku Rêber Abdullah Ocalan ji jinan re kiriye ye û wiha got: “Mafên jinan xebatên wî yên pêşîn bûn. Avakirina înîsiyatîfê, hewldanek bû ku em bersiva qenciya ronakbîr Ocalan bidin. Wî fikrên xwe li cîhanê belav kirin da ku jinên bi hêz ava bike. Ji bo jinan bi taybet zanista Jineolojî ava kir.”

Sewsen, destnîşan kir ku înîsiyatîfa wan dixwaze ji van xebatên Rêber Abdullah Ocalan re bibe bersiv, di vê çarçoveyê de li ser netewa demokratîk û Jîneolojiyê semînerên mehane dane, ji bo azadiya jinan têkoşîn meşandine. Sewsen da zanîn ku wan li ser xebatan civînên cihêreng lidar xistine, plansaziyên dema pêş hatine derxistin û wiha axivî: “Em tevlî Komxebata Diyaloga Sûriyeyî bûn ku di salvegera komployê de li Reqayê hatibû lidarxistin. Li Bîqaa ya Lubnanê jî di salvegera komploya navneteweyî de panelek hate lidarxistin. Gelek aktîvîstên jin beşdar bûn û piştgiriya xwe bo felsefeya Rêber Ocalan nîşan dan.”

Berdevk Sewsen Şoman anî ziman ku ji 23 heta 26`ê çileya 2023`yan şandeyeke navneteweyî ku înîsiyatîfa wan jî di nav de bû serdana Parlamentoya Ewropayê kiriye û têkildarî binpêkirinên mafên Rêber Abdullah Ocalan agahdarî kiriye. Sewsen got: “Armancek din a vê serdanê jî nîşandana girîngiya firkên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo jinên cîhanê û balkişandina ser binpêkirina mafên mirovan û mafên girtiyên siyasî yê li Tirkiyeyê bû.”

Sewsen bilêv kir ku înîsiyatîfê di nava salê de ji bo balê bikşînin ser tecrîdê û binpêkirina mafan li pêşiya Konseya Ewropayê jî çalakiyek li dar xistine û wiha domand: “Endamên înîsiyatîfê beşdarî komxebata parêzerên Rêber Abdullah Ocalan a li bakurê Sûriyeyê, kongreya têkildarî salvegera qirkirina êzidiyan a li Iraqê hatiye lidarxistin, gelek bernameyên televîzyonan bûne. Xebatên me wê bidomin. Em ê komxebatên online berdewam bikin. Em ê fişarê li rêxistin û saziyên navneteweyî yên têkildarî bikin ku ji bêdengiya xwe derkevin, têkildarî parastina mafên girtiyên siyasî û bi taybet yên Rêber Abdullah Ocalan gav bavêjin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar