PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Gelek jin li ser tora civakî rastî heqeret û tacîzan tên

Ji ber xirab bikaranîna torên civakî ya li hemberî jinan, jinên Kerkûkê bi gazinc in. Jinên Kerkûkê diyar kirin ku gelek jin li ser tora civakî rastî heqeret û tacîzan tên û gotin ku di rewşên bi vî rengî de tu navendeke parastina mafên jinan li Kerkûkê nine ku jin hawara xwe bigihînin

Li başûrê Kurdistanê torên civakî bi awayek berfireh tê bikaranîn. Hinek caran hin kes van torên civakî bi awayek xirab bikar tînin û ev yek li ser civakê bandoreke xirab çê dike. Sedemê vê yekê jî ne hişyarkirina rênmayên pêşwext ên bikaranîna torên civakî ye. Herî zêde jî jin li ser torên civakî dibin mexdûrê tundî û heqaretê.

Li Kerkûkê ji ber nebûna navendek ya parastina mafên jinan, dema ku jin li ser torên civakî rastî heqaret û tundiyê tên cihek nine hawara xwe bigihîninin. Têkildarî vê mijarê jinên Kerkûkê ji ajansa Rojnewsê re axivîn.

Xwendekara Peymangeha Hunerên Xweşik Yusra Nazim diyar kir ku herî zêde kesên ku li ser torên civakî heqaretê li jinan dikin, di destpêkê de nameyek dişînin û xwe wek kesek gelek baş didin nasandin û wiha got: “Piştre derdikeve ku niyetek din a xirab wî kesî heye. Gelek caran wêneyê jinek li cem xwe digirin û bi montojê destkarî tê de dikin û bi wî wêneyî gefa belavkirinê li jinê dixwe da ku xwestekên wî bicih bîne.”

Her wiha Yusra Nazim da zanîn ku di demên wisa de ji ber nebûna navendek ya parastina mafên jinan, jin nizanin dê çewan pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Asta hişyarî û têgihiştina malbatê

Jina bi navê Dinya Ezîz jî li ser heman mijarê wiha nêrînên xwe wiha anî ziman: “Ger ez rastî bûyerek wisa werim, destpêkê ez ê malbata xwe jê agahdar bikim da ku bi min re bibe alîkar. Lê hinek jin dema rastî bûyerek wisa tên malbata xwe jê agahdar nakin. Sedemê wê jî ji asta hişyarî û têgihiştina malbatê ye. Ger malbat bi zanabûn û hişyarî nêzî bûyerê nebe, dibe ku ew kes rûbirûyê kuştin an jî xwe kuştinê bibe.”

Divê çareseriyek bê dîtin

Aktivîsta Mafên Jinan Ala Mahîr jî anî ziman ku civak hîn negihiştiye wê astê ku bizane xwe tev li jiyana taybet a kesek din neke û wiha got: “Nizanin torên civakî bikar bînin û gelek caran bi rêya torên civakî pirsgirêka ji bo jinan derdixin.”

Di dewama axaftina xwe de Ala Mahîr da zanîn dema ku jin dikevin rewşek wiha tu kes û aliyek nine parastina wê jinê bike û diyar kir ku ji bo vê gelek caran jin dibin qurbanî, divê aliyên ewlehiyê çareyek ji vê mijarê re bibînin.

Yasa bi cih nayên

Li Herêma Kurdistanê kar li ser yasaya jimare 6’an a sala 2008’an tê kirin ku ew jî yasaya qedexekirina xirab bikaranîna amêrên peywendîkirinê ye. Lê ev yasa li dadgehên Kerkûkê nayên bicihanîn û li Iraqê jî yasayek mîna vê yasayê nine heya tawanbar pê werin dadgehkirin. Aktîvîstên mafên jinan diyar dikin ku li cem asayîşê gelek dozên li hemberî jinan xirab bikaranîna amêrên peywendîkirinê hene lê kar li ser nakin. KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar