Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Gelek karê PKK’ê li Başûr heye’

Serxwebûn ku ji Çileya 1982'yan ve weşana xwe didomîne, bi hejmara kanûna 2020'an 39 sal li pey weşana xwe ya domdar hişt

Navenda Nûçeyan

Serxwebûnê di hejmara xwe ya nû de, nirxandina Rêberê Gelê Kurd a Abdûllah Ocalan a Hezîrana 1995’an û geşedanên îro ronî dike bi sernavê, ‘Gelek karê PKK’ê li Başûr heye’ kir manşet. Di nirxandinê de ku weke bersivê ye ji bo wan kesên ku didin ber pirsan bê ka çi îşê PKK’ê li başûrê Kurdistanê heye, Ocalan wiha dibêje: “Dibêjin ‘çi karê PKK’ê li Başûr heye?’ Gelek îşê PKK’ê li Başûr heye, peywirên wê hene ku divê bi teqezî bi cih bîne. Heke em hemû zarên eynî welatî û eynî civakê bin, heke em hêzên şoreşger bi ser de rêxistinên siyasî yên eynî welatî û civakî bin, hin peywirên me hene ku divê bi yekitî û piştevaniyê teqez werin bicihanîn.”

Hevserokê Konseya Rêeber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe de ya bi sernavê ‘2021 wê bibe sala berxwedaniya mezin û serkeftina mezin’ geşedanên sala 2020’an vedibêje. Bayik diyar dike li gel tecrîd û êrîşên qirker jî di serî de berxwedana li Îmraliyê, gerîla û berxwedana gel gavên girîng dane ber xwe.  Bayik diyar dike ku Ocalan ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo gelên Rojhilata Navîn jî hatiye pozîsyona Rêbertiya karîger û diyar dike ku Pêngava Dema Azadiyê ya ku KCK’ê dayî destpêkirin dê dawî li faşîzmê bîne û banga têkoşînê di sala 2021’an de geş bikin kir.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan sala 2020’an ji hêla têkoşîna jinan ve nirxand. Erzîncan diyar kir ku êrîşên li ser jinên kurd bi zanebûn û plankirî ne, di şexsê jinên kurd de jiyana azad a alternatîf dikin hedef. Erzîncan ji bo jinan bal kişandiye ser girîngiya têkoşînê û dibêje ku bi rêxistiniya hêlên neteweya demokratîk 2021’an têkoşîna azadiya jinan wê geştir bibe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan jî bi nivîsa xwe perspektîfa sala 43’an a têkoşînê dinirxîne û diyar dike ku komloya navnetewî ku hatiye nûjenkirin a bi tifaqa DYE-TC-PDK’ê bi pêngava şoreşger a ‘Cenga Heftanînê’ heta bi asteke girîng hatiye şikandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan di nivîsa xwe de ya bi navê ‘Mêtingeriya girankirî ya li Kurdistanê li ber hilweşandinê ye’, dibêje ku heta pergala modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn neyê parçekirin li Kurdistanê azadî ne pêkan e. Karayilan balê dikişîne ser di parçekirina vê pergalê de têkoşîna gerîla bi roleke diyarker e, gerîlayan teknolojiya ku dagirkeriyê pişta xwe pê qayim kiriye pûç kiriye. Karayilan her wiha dibêje ku di sala nû ya têkoşînê de derfetê serkeftinê zêde bûne û diyar dike ku ji bo wan pîvana serkeftinê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Di hejmara 468’an de ya Serxwebûnê de her wiha nivîsên bi kurmancî yê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik û Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan jî heye. Bayik di nivîsa xwe de balê dikşîne ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di bidirûvbûna têkoşîna azadiyê de û bang dike ku bi çarçoveya pêngavê têkoşîn were geşkirin û azadiya fizîkî ya Ocalan were pêkanîn.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan jî di nivîsa xwe de di şexsê Mihyedîd, Mehmet Zinar, Rustem Zeydan ,Adil û Gulbahar de ku di têkoşîna azadiyê de, meha kanûnê di demên cuda de şehîd bûne vedibêje.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk jî pêngavên PKK’yîbûnê ya di nav tevgera Apoyî de vedibêje û sê serdemên pêngavî bi berfirehî analalîz dike.

Orhan Kendal jî di nivîsa xwe de geşedana dîrokî ya çîna serwer a tirk û xasetên wan ên taybet bi kûrahî analîz dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar