Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Gelek stran bi zimanê kurdî tên gotin lê ruhê wan ne muzîka kurdî ye’

Muzîkologê kurd Veysî Varli têkildarî muzîka kurdî ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û rexneyên girîng kirin.

Veysî Varli anî ziman ku awazê miletekî bi rîtm, melodî, hêmanên cografî û civakî tê pîvandin û wiha got: “Dema ku mirov bala xwe didi ser gelek stranên ku gotinên tirkî li ser hatine bicihkirin, dibînin ku ji aliyê rîtm, melodî û deng ve muzîka kurdî ye. Ev rastî ji aliyê zanistî ve nikare bê înkarkirin.”

Bi domdarî jî Varli ev tişt anî ziman: “Muzîka kurdî di pêvajoya dîrokî de bi bandora aborî, polîtîk, civakî, cografî û avhewayê ew muzîka bi kurdî tê gotin e. Awazek li Almanyayê bê amadekirin bivê nevê dê bêhna civak û cografyaya almanan jê bê. Mirovekî li Wan an jî Amedê mezin bibe, çi dike bila bike dê nekare hestên civaka alman vebêje. Ji ber vê yekê em ji bo muzîkê dibêjin, ‘Wêneyê tê dîtin, dengê tê bihîstin.’”

Xwedîderneketina li awaz û muzîka kurdî rexne kir

Di berdewamê de jî Varli xwedîderneketina li awaz û muzîka kurdî rexne kir û wiha pê de çû: “Mînak, li Zanîngeha Şirnexê sempozyumek li ser dengbêjî û çandê hate lidarxistin û pirtûkek li ser wê hate amadekirin Di vê pirtûkê de rabûne muzîka kurdî bi Çînê ve girê dane. Ev nêzîkatiya herî ehmeqane ya dinyayê ye. Yek jî rabûye pirtûkek bi navê ‘Şaqarên Kurdî’ derxistiye. Şaqar ji ‘xuşîniyê’ tê, lê di kurdî de gotineke wiha nîne. Di kurdî de ‘stran’ heye. Yek ji sedema nenîqaşkirina van berhemên hatine dizîn ew e ku xwedî lê nayê derketin. Gelek kurd hene ku tevî zanin ew stran bi kurdî ye radibe bi tirkî distirê.”

‘Gewriya gelek hunermendên jin ên kurd li gorî muzîka rojavayî ye’

Veysî Varli got ku stranên bi zimanê kurdî tên gotin lê ruhê xwe ne li gorî muzîka kurdî ne û wiha bi dawî kir: “Ez fêm nakim bê ka stranên bi vî rengî çima di qenalên me yên kurdan de tên weşandin. Gelek hunermendên kurd jê heye ku muzîka kurdî dikin, lê belê ya ku dikin muzîka rojavayî ye. Meqamê muzîka kurdî heye, lê belê muzîka rojavayî tonalîte ye. Gewriya gelek hunermendên jin ên kurd ne bi melodiya tilîliyan e, ji ber ku gewriyeya wan li gorî muzîka rojavayî eyar bûye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar