Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gelemperiya çeteyên teslîm dibin ji komarên tirkî ne

Şerê di navbera şervanên HSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê yê li Baxozê didome. Çeteyên DAIŞ’ê kom bi kom teslîm dibin. Gelemperiya çeteyên teslîm dibin jî biyanî ne û ji welatên komarên tirkî ne. Çete dibêjin ku li ser Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûne

Operasyona şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li gundê Baxoz ê Hecîn a Dêrazorê didome. Di çarçoveya operasyonê de şervanan 15 cihên din ji DAIŞ’ê paqij kirin. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku derbên giran dixwin jî kom bi kom teslîm dibin.Ji duh ve jî zêdetirî hezar û 300 çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan teslîm bûn. Piraniya çeteyên ku teslîm bûne, ji Tacîkîstan, Ozbekîstan, Turkmenîstan, Turkîstan û Azerbaycanê ku weke komarên tirkî tên zanînin.

Li gorî nûçeya nûçegihanê MA’yê Nazim Daştan, li gundê Baxozê hîn jî bi hezaran DAIŞ’î û malbatên wan hene. Di navbera şervanan û çeteyên ku naxwazin teslîm bibin de jî şerekî dijwar heye. Her çiqas DAIŞ’î car bi car hewl bidin êrîş bikin jî, ev êrîş demildest ev êrîş tên şikandin. DAIŞ’iyên ku hêza wan şikiyayî û naxwazin teslîm bibin jî, xwe li ber hêza HSD’ê nagirin û yek bi yek teslîm dibin. Şervanên HSD’ê korîdoreke xetê ya şer lê pir kêm kirî vekiriye û DAIŞ’iyên di vê xetê de teslîm dibin, digire.

Gelemperî ji komarên tirkî ne

Piraniya DAIŞ’iyên teslîm dibin, ji koma ‘Muhacîrûn’ ên biyanîne. Di nava DAIŞ’iyên teslîm bûn de her wiha hemwelatiyên Hollanda, Fransa, Almanya, Kanada, Afrîkaya Bakur, Endonezya, Hindistan, Suudî Erebistan, Iraq, Fas, Tûnûs, Lîbya, Cezayîr, Misir û Tirkiyeyê jî hene. Di heman demê de ji Sûriyeyê jî hin kes hene. Lê piraniya wan ji welatên Tacîkîstan, Ozbekîstan, Turkmenîstan, Turkîstan û Azerbaycan ên weke welatên komarên tirkî tên zanîn in.

Çawa derbasî Sûriyeyê bûn?

Gelemperiya çeteyên ku teslîm bûne dibêjin ku bi ragihandina xîlafeta DAIŞ’ê re di serî de hatine Stenbolê û ji wir jî sewqî herêmên ser sînorê Sûriyeyê hatine kirin. Çeteyan da zanîn ku gelemperî jî li ser sînorê Kîlîs-Bab, Dîlok-Cerablûs û Riha-Girê Spî derbasî Sûriyeyê bûne û tev li DAIŞ’ê bûne. Hema hema hemû çeteyên DAIŞ’î yên biyanî xwe weke ‘mûcahîd’ pênase dikin. DAIŞ’iyên ku teslîm dibin, li ser wan kincên leşkerî hene û gelek jê jî di şer de birîndar bûne. DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar