Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...
Perşembe - 18 Temmuz 2024

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bakur û rojhilatê Sûriyayê ji aliyê hemû pêkateyan ve bi çalakiyên cur bi cur hatin pîrozkirin

Bi hezaran şêniyên herêm, bajar, bajarok û navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çandina daran û lidarxistina şahiyan pîroz kirin.

Li kantona Kobanê bi sedan şêniyên bajar bi dirûşma ‘Bi ruhê 4’ê Nîsanê em ê netewa demokratîk ava bikin û jiyaneke azad bi Apo re bijîn’ ji bo rojbûna ocalan li gundê Elpelûrê yê rojavayê bajarê şahiyek lidar xistin. Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, TEV-DEM û şervanên YPG û YPJ`ê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de cîgira Hevseroka Meclisa Herêma Firatê Arîn Kobanê axivî û rojbûna Rêber Ocalan li gelên herêmê pîroz kir û wiha got: ‘Dayikbûna Ocalan, dayikbûna gelên bindest ên banga azadiyê dikin û jidayikbûna mirovahiyê ye.”

Kobanê di axaftina xwe berxwedana Leyla Guven û hemû çalakvanên greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîdê hatine destpêkirin, silav kir û da zanîn ku cîhan hemû deyndarê Ocalan e, ji ber bi fikr û felsefeya wî ne tenê gelê kurd, hemû pêkhate ji zilmê xelas bûn.

Endama Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Fatime Macid jî rojbûna Ocalan pîroz kir û diyar kir ku bi sala fikir û felsefeya Ocalan jinên Dêrazorê ji bindestiyê rizgar bûne.

Piştî axaftinan gel li ber muzîkê govend gerandin.

Li ser xeta felsefeya Ocalan têkoşîn divê

Li Qamişloyê rojbûna Ocalan li salona Zana bi tevlibûna bi sedan pêkhateyên kurd, ereb û suryan hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê Fatma Casim axivî. Casim destnîşan kir ku rojbûna Ocalan rojbûna azadiyê ye û wiha got: “Destkeftiyên ku gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê bidest xistin mînaka pêkanîna pêşdîtinên Rêber Ocalan a di jiyana hevbeş û civaka azad de ye.”

Ji rêveberên Kongreya Star Daliya Henan destnîşan kir ku Ocalan ji bo azadiya jinan gelek ked û hêz da û her wiha teqez kir ku jin di hemû qad û meydan de li gorî fikir û felsefeya Ocalan têdikoşin.

Şitilgeh hat vekirin

Şaredariya Gel bi hevkariya Kongreya Star a herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê bi boneya rojbûna Ocalan şitilgehek vekir.

Deriyê şitilgehê ji aliyê Hevseroka Şaredariya Gel a herêmê Nesrîn Selah ve hat vekirin û bi sedan dar di şitilgehê de hatin çandin.

Paşê şêniyan ji bo pîrozbahiyê berê xwe dan Stada Şehîd Rustem Cûdiyê. Di pîrozbahiyê de hevseroka Meclisa Herêma Serêkaniyê Rîhan Xelîl rojbûna Ocalan li tevahî gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got ku rojbûna Ocalan rojbûna gelê bindest e.

Bi armanca 4’ê Nîsanê şahî pêk hatin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê jî bi heman armancê li lîstegeha navçeyê şahiyek lidar xistin. Şahî bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Piştre ji rêveberên Kongreya Star a Kantona Hesekê Şêrîn Oso axivî û rojbûna Ocalan li wî û li hemû gelê kurd pîroz kir û wiha got: “Di roja rojbûna Rêber Ocalan de, em careke din soza xwe ya şopandina rê û felsefeya wî dûbare dikin.”

Kongreya Star bi heman boneyê, şahiyek li Eywana Kerim a navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişloyê lidar xist. Bi sedan şêniyên navçeyê û saziyên civaka sivîl û leşkerî beşdarî şahiyê bûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Çîçek Hisên di şahiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Em bi ruhê 4`ê Nîsanê vê rojê li tevahiya gelê Kurdistanê û hêzên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin. Felsefeya Rêber Ocalan felsefeya ku em ji tartî ber bi ronahiyê ve derxistin û taybet jina kurd  û hemû jinên herêmê ku ji koletî rizgar kirin.”

Endama Kongreya Star Edalet Umer jî rojbûna Ocalan li hemû gelan pîroz kir û da zanîn mîlada Ocalan mîlada hemû gelên bindest e.

Rojbûna Ocalan rojbûna gelên azadîxwazan e

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo rojbûna Ocalan şahî li dar xistin. Şahî li gundê Bino li herêma El Şiqêf a bajarê Helebê hate lidarxistin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, paşê beşdarên şahiyê nirxandinên Ocalan der barê şoreşa gelan li hember pergalên desthilatdar guhdar kirin.

Paşê endama rêveberiya TEV-DEM`ê Nesrîn Kutî axivî û rojbûna Ocalan li hemû gelan pîroz kir û diyar kir ku rojbûna Ocalan rojbûna gelên azadîxwazan e.

Hevserokê meclisa TEV-DEM`ê Mihemed Şêxo jî teqez kir ku roja rojbûna Ocalan roja gelên azadîxwaz e û wiha got: “Divê em tekoşîna xwe bilind bikin da ku bigihêjin civakeke demokratîk û azad.”

Bi sedan dar hatin çandin

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî jî rojbûna Ocalan li parka Biratiya Gelan pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de koma dayikan, koma Cirin û koma Elî Baceliye dîlan û stranên folklorî pêşkêş kirin.

Her wiha di pîrozbahiyê de endama Kongreya Star Heyfa Muslim, hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl axivîn û diyar kirin ku ji ber Ocalan rêberê mirovahiyê ye ev roj li ba gelên Rojhilata Navîn û gelê kurd rojeke girîng e.

Li Tebqayê jî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi boneya rojbûna Ocalan, merasîma xelatkirina saziyên xwe lidar xist.

Bi dehan şêniyên herêma Keramê jî bi boneya rojbûna Ocalan 200 dar li Goristana Şehîd Sêvdar a li Cedîdat çandin. Her wiha li bexçeyê Serokatî li bajarokê Keramê pîrozbahî hat lidarxsitin û stran û dîlanên folkorî hatin pêkêşkirin.

Her wiha bi boneya 4`ê Nîsanê rojbûna Ocalan, şêniyên bejahiyên rojhilat û rojava yên Dêrazorê zêdetirî 900 dar ji hemû cûreyan li baxçeyê 4 Nîsanê yê li gundê El Sewa çandin. Her wiha dar li Goristanên Şehîdan a Hanî El Hesen û Xidir, li qadên saziyên civaka sivîl û akademiya ciwanan a bajaroka Ebû Xeşeb hatin çandin.

Li Reqqa û Kobanê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin

Li bajarê Reqqayê jî bi boneya rojbûna 70’emîn yê Ocalan şênî û endamên meclis û saziyên civaka sivîl 100 dar li parka Merwiye çandin.

Bi heman armancî Komîteya Perwerdeyê li bajarê Reqqayê bi merasîmekê dibistana Emîn vekir. Deriyê dibistanê ji aliyê xwendekara bi navê Hena Mihemed û xwendekar Seîd Qasim ve hat vekirin. Paşê ji rêveberên dibistan Emîn Esma Kebe axivî û 4`ê Nîsanê li tevahî gelên cîhanê pîroz kir.

Her wiha bi boneya 4`Nîsanê YPG û YPJ`ê li derdora Girê Miştenûrê bi hezaran darên zeytûnan çandin û şahiyek lidar xistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar