Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê yekitiya xwe xurt dikin

Siyasetmedar, fermandar û welatiyên ji çerkez û erebên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî gefên dewleta tirk dan û diyar kirin ku armanca dewleta tirk dagirkirina Sûriyeyê ye. Gelê herêmê diyar kir ku dê li hemberî van gefan yekitiya xwe xurttir bikin û li ber xwe bidin

Serokkomarê dewleta tirk û serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan demek berê gefên dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê xwaribûn. Gefên Erdogan jî hem li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û hem jî di qada navneteweyî rastî bertekên siyasetmedar û raya giştî hatin. Nûnerên siyasî, leşkerî û welatiyên çerkez û ereb ên ji baku û rojhilatê Sûriyeyê dan zanîn ku gef û êrîşên dewleta tirk nikarin vîna wan bişikînin û ew di azadiya xwe de bi israr in.

Têkildarî mijarê, hevserokê kantona Kobanê Enwer Muslim ji nûçegihanên MA’yê bi Nazim Daştan re axivî. Muslim diyar kir ku piştî biryara DYA’yê ya vekişîna ji Sûriyeyê, herêm derbasî qonaxeke nû bûye û wiha domand: “Bi vê re gefên dewleta tirk ên li dijî Rojava, diyaloga di navbera Şam, MSD û Rûsyayê de zêde bûn. Em gefên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê qebûl nakin û gelên kurd, ereb, tirkmen, ermen û suryan li dijî van gefan sekneke hevpar nîşan didin. Li dijî gefan herî zêde gelê ereb tev li serferberiya ku me ragihandiye dibe. Gelên Reqqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê pêşengiyê ji vê re dikin.”

Dixwaze aloziyan veşêre

Muslum got ku krîza Sûriyeyê tenê bi rêya leşkerî çareser nabe û got ku divê Şam temamiya Sûriyeyê biparêze. Muslim diyar kir ku bi taybet jî dewleta tirk, hêzên derve li Sûriyeyê dagirker in û çareserî jî bi diyalogê pêkan e. Muslim destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze polîtîkaya Mîsakî Mîllî pêk bîne û krîzên navxweyî jî bi van êrîşan binixûmîne.

Serkêşê terorê

Der barê mijarê de berdevkê fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî bi Ronahî TV’yê re axivî. Mehmûd gefên dewleta tirk ên li ser Minbic û bakur û rojhilatê Sûriyeyê weke pêngaveke ji projeya Tirkiyeyê ya demdirêj bi nav kir û wiha got: “Minbic ji hêla gelê wê ve tê birêvebirin. Şandeyên navneteweyî hatin Minbicê, li kolanan geriyan û dîtin ku bajar bi ewle ye û gel dikare xwe bi rê ve bibe. Hêzên navneteweyî li gorî berjewendiyên xwe yên teng nêzî dewleta tirk dibin û asta xetereya wê ya li ser civakê ji bîr kirine. Nemaze jî Tirkiye ku weke serkêşê herî mezin ê terorê ye, gefan li rêveberiyên xweser ên ku xetereya terorê li ser cîhanê rakirin dixwe.”

Li dijî êrîşan xwest yekitiya neteweyî ava bibe

Sekreterê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî) Mihyedîn Şêx Alî jî li ser gefên Tirkiyeyê, ji nûçegihanên ANHA’yê bi Cafer Cafo re axivî. Şêx Alî got ku rol û mudaxeleyên Tirkiyeyê ya di Sûriyeyê de xwedî dîrokeke tijî dijminahî û hişmendiya dagirkirinê ye. Şêx Alî diyar kir ku dewleta tirk qanûnên navdewletî binpê dike û bi tunekirina kurdan re dixwaze xewnên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne. Şêx Alî daxuyand ku li dijî gefên dewleta tirk, yekitiya gelên herêmê, yekitiya neteweyî ya gelê kurd û lidarxistina kongreya neteweyî pêwîstiyeke lezgîn e.

Çerkez dagirkeriyê red dikin

Yek ji pêkhateyên ku li hemberî gefên dewleta tirk aciz in jî, çerkezên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne. Welatiyên çerkez ên li Minbicê ji ANHA’yê bi nûçegihan Selwa Ebdilrehman re axivîn û gotin ku ew amade ne li dijî gefên dewleta tirk bisekinin. Têkildarî mijarê hevserokê Komeleya Çerkezên Minbicê Ezîz Kiray da zanîn ku gelên Minbicê bi aştiyane dijîn û bi rizgarkirina Minbicê re jî hevgirtina wan xurttir bûye. Widad El Şamil jî diyar kir ku ew dev ji axa xwe bernadin, dewleta tirk jî weke ‘dijmineke hov û dagirker’ pênase kir û got ku dê dagirkeriya dewleta tirk qebûl nekin.

Siyasetmedarên ereb banga parastina hevpar kirin

Siyasetmedarên ereb ên ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê, endamê Desteya Niştimanî ya Ereb Selman Hemîd El Dendeh û endamê Komîteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk Osama Hemîd jî der barê mijarê de ji nûçegihanên ANHA’yê bi Rênas Remo û Kadar Îbrahîm re axivîn. El Dendeh bi lêv kir ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê heta niha dewleta tirk bi rêya komên terorîst mudexeleyî Sûriyeyê dike û dixwaze Sûriyeyê dagir bike. El Dendeh got ku siyaseta dewleta tirk berdewamiya siyaseta qirker a osmaniyan e. Hemîd jî anî ziman ku Osmaniya Nû, projeya gelên herêmê ji bo xwe xetere dibîne û dixwaze têk bibe. Hemîd banga parastina hevpar li gelên herêmê kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar