Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Gelên Kurdistan bi gerîlayên azadiyê re ne

Gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn, daketin qadan.

Dewleta tirk a dagirker li herêma Metînayê dest bi êrîşên dagirkirnê yên nû kir. Gerîlayên azadiyê bi berxwedaneke bêhempa bersiv da dagirkeriyê û derbên giran li dagirkeran xistin. Gelên Qamişlo, Kobanê, Dirbêsiyê, Dêrik, Çilaxa, Til Birak û Eyn Îsayê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daketin qadan. Bi hezaran kes piştgiriya xwe ya bi Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re anîn ziman.

Qamişlo

Însiyatîfa Gel a Qamişloyê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta tirk a dagiker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, meşeke girseyî lidar xist û daxuyanî da.

Meşê ji Çerxerêya Sunî ya navenda bajêr bi beşdariya sedan kesan dest pê kir û li Çerxerêya Şehîd Rûbar li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo rawestiya û veguherî mîtîngê.

Li wir li ser navê girseyê hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso û cîgirê hevserokên Kongreya Îslama Demokratîk Mazin Harûnî axivîn.

Axêveran got dewleta tirk hewl dide bi şantajkirina av, petrol û çavkaniyên din ên xwezayî zextê li ser Iraqê bimeşîne û bike hevkara êrişên xwe û diyar kir ku siyaseta dewleta tirk li dijî hemû netewe, bawerî û çandan e, lewma divê hemû pêkhate li dijî dagirkerî û êrişan têkoşînê mezin bikin.

Çalakî bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bimire xiyanet” bi dawî bû.

Dêrik

Bi sedan şêniyên bajêr li Qada Azadiyê kom bûn û dest bi meşê kir. Meş li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan rawestiya. Li wir hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Hesen axivî.

Hesen got: “Dewleta tirk hebûna nasmeya gelê Kurdistanê qebûl nake, lewma êrîş dike lê belê Hêzên Parastina Gel (HPG) ji bo azadiya gelan û bidestxistina ewlehiyê, canê xwe feda dikin.”

Hesen destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê her tim piştevanê HPG`ê be û piştgiriya berxwedana wê ya li hember artêşa tirk a dagirker bike.

Her wiha Hesen hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dewleta tirk re di êrişên wê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şermezar kir.

Çilaxa

Li navçeya Çilaxayê jî şênî daketin qadan û heta Qada Şehîd Mahsûm meşiyan.

Li qadê heserokê Şaredariya Gel a navçeyê Feysel Hesen axivî û got: “Em berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê li hemberî xiyanet û dagirkeriyê silav dikin. Dewleta tirk bi hevkariya PDK`ê hewl dide Osmaniya Nû li ser hesabê gelê kurd û gelên azadîxwaz vejîne. Ji ber wê divê hikumeta federal a Iraqê bi planên Tirkiyeyê nexape ji ber ku Tirkiye dê Iraqê veguherîne qada şerekî demdirêj.”

Feysel bang li glee kurd kir ku li hember xiyaneta PDK`ê hevgirtina nîştimanî xurt bike û soz da ku têkoşînê û berxwedanê li rex gerîla mezin bikin ta ku tevahî herêmên dagirkirî ji destê dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê rizgar ibkin.

Dirbêsiyê

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê daketin qadan û piştgiriya berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê kir.

Şênî ji Qada Jina Azad ta sûka navendî meşîn û li wir bi navê Însiyatîfa Gel a navçeya Dirbêsiyê Mihemed Gotî axivî û got: “Hevkariya PDK`ê bi dewleta tirk re di êrişên li dijî HPG`ê de, xiyaneteke mezin e.”

Gotî destnîşan kir ku siyasetên qirker ên dewleta tirk ku li dijî gelê kurd bi rêya van êrişan tê meşandin, dê bi bin bikevin.

Til Birak

Li Til Birakê jî hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Weid Ilêwî axivî û sûcên dewleta tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya civata navneteweyî ya li hember wan êrişan şermezar kir.

Her wiha Weid bang li hêzên navneteweyî kir ku hesabê ji dewleta tirk a dagirker bipirsin ji ber sûcên wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Eyn Îsa

Di heman çarçoveyê de bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî li ber Mizgefta Mezin kom bûn û dest bi çalakiya xwe kir. Girse heta Çerxerêya Şehîd Cûdî meşiya.

Li çerxerêyê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Girê Spî Heza Mihemed axivî û êrişên dijminane yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û destnîşan kir ku li hember wê dê asta berxwedanê û têkoşînê mezin bikin.

Mihemed bang li gelên azad kir ku bibin yek, piştgiriya gerîla û QSD`ê bikin.

Her wiha Heza Mihemed teqezî bi berdewamkirina têkoşînê li hemberî planên mêtingeriyê kir.

Kobanê

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê êrişên dewleta tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Meşê ji Qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir û ta Qada Şehîd Egîd berdewam kir û li wir veguherî mitîngê. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û bê navber dirûşmên” Bêjî berxwedana gerîla” û ” Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.

Li wir endamê Partiya Yekitiya Demoratîk (PYD) Mistefa Êto axivî û got gelê herêmê dê bi rihê netewa demoktak planên dewleta tirk têk bibin û serkeftinê misoger bikin.

Êto di dewama axafitna xwe de wiha got: “Ev bû çed roj dewleta tirk êrişên xwe bi rengekî hovane li ser çiyayên azad pêk tîne. Em van êrişan şermezar dikin. Dewleta tirk a dagirker êrişên hovane li ser çiyayên azad li dijî gerîlayên azadiyê pêk tîne. Dixwazin îradeya gelê kurd tine bike. Lê belê em dibêjin gelê kurd tu carî tine nabe. Ji ber ku li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kiriye.”

Êto di dawiyê de got: “Em li pişt gerîlayên azadiyê ne û em ê kêlî bi kêlî li kêlek gerîlayên azadiyê bin, têkoşîn û berxwedana xwe li hember êrîşên dewlerta tirk a dagirker xurtir bikin.”

Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar