Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Gelên Kurdistanê bersiv dan dagirkeriya qeyûman

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Sêrtê ku bi ferqekî mezin bi ser ketin wiha gotin: “Gelê Sêrtê xwedî li ziman û çandaxwe derket.” Namzetên Tifaqa Dêrsimê jî wiha gotin: “Ev bersiveke li dijî îradeya hatibû xespkirin bû.”

DEM Partî şaredariyên ji hêla desthilata faşîst a AKP-MHP’ê hatibûn desteserkirin paşve stendin. Ji van bajaran yek jê Sêrt e. gelên Sêrtê mohra xwe li serkeftineke dîrokî da. AKP’ê 6 hezar û 600 “hilbijêrên” ji leşker û polîsan pêk dihat li Sêrtê veguhestibû lê tevî vê yekê jî DEM Partiyê 36 hezar û 856 deng (ji sedî 53), AKP’ê tevî dengên leşker û polîsên “veguhestî” 27 hezar û 554 (ji sedî 33) deng stand. HDP’ê di hilbijartinên 2019’an de bi ferqekî bi qasî hezar û 616 dengan şaredarî bi dest xistibû û îcar ferq derxist 9 hezar û 302 dengan. Xelkê bajêr serkeftina xwe bi coşeke mezin pîroz kir.

Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî encamên hilbijartinê nirxandin. Alagaş, anî ziman ku tevî hemû hîle, dek û dolab û hilbijêrên heram jî wan bi ferqekî mezin şaredarî bi dest xistine. Alagaş, diya kir ku xelkê Sêrtê xwedî li vîn û partiya xwe derketiye. Alagaş, wiha domand: “Gelê bajar bersiv da qeyûmên ev du serdemin tên tayînkirin. Gel xwedî li ziman, çand û hebûna xwe derket.”

Hevşaredar Mehmet Kaysî jî diyar kir ku xelkê Sêrtê bi ser ketiye û gel pîroz kir. Kaysî, bal kişand ser “hilbijêrên” veguhestî û wiha got: “Nêzî 7 hezar hilbijêr anîn Sêrtê. Em jî kolan bi kolan, gund bi gund, tax bi tax geriyan û me ji gel re got; ‘Dixwazin vîna vî gelî bixin bin lingê xwe.’ Wan nêzî 7 hezar hilbijêr anîn lê me 7 hezar ferq avêt wan. Xelkê Sêrtê bersiva wan a pêwîst da.”

Li Dêrsimê tifaq bi ser ket

DEM Partî li Dêrsimê jî di bin sîwana Tifaqa Dêrsimê de kete hilbijartinê. Li gorî encamên nefermî, bi ser ket. Hevşaredarên bajar Bîrsen Orhan û Cevdet Konak anîn ziman ku ev demekî dirêje xebatên xwe li ser esasê “têkoşîna hevpar” dimeşînin û encamên hilbijartinê ji bo ajansa me nirxandin.

Konak, bal kişand ser berxwedêriya Dêrsimê û ev tişt anî ziman: “Ev encam, ji hêla têkoşîna li dijî faşîzmê ve tenê rawestgeheke. Osmaniya 500 salan li dijî Dêrsimê sefer kirin. Di salên 1900’î de wiha gotin; ‘Li dijî Dêrsimê sefer dibe lê serkeftin nabe.’ Di sed salên komarê de rastî qirkirinê hat, gelek zext lê hatin kirin. Ji erdnîgariya xwe hate dûrxistin, gundên wê hatin valakirin. Lê Dêrsimê bi serkeftina xwe bersiva pêwîst da îradeya xwe ya di sala 2016’an de hatiye xespkirin.”

Hevşaredar Bîrsen Orhan jî destnîşan kir ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê ev demekî dirêje li qadê ne û wiha got: “Em gelek spasiya xelkê Dêrsimê dikin. Dêrsim bêyî DEM’ê, DEM jî bêyî Dêrsimê nabe. Li seranserî Kurdistanê DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist. Bi vê serkeftinê bû bersiva êrişa qeyûman a li dijî vîna me. Me tişta aydê xwe, tiştên ji me hatine dizîn dîsa ji wan stand. Gelê kurd vîna xwe nîşan da û xwedî li DEM’ê derket.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar