Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gelên Rojava bi yek dengî got: Ji faşîzm û dagirkeriya dewlet tirk re NA

Li dijî gefên dewleta tirk û vekişîna hêzên koalîsyona navneteweyî ya li ser sînorê rojavayê Kurdistanê, li gelek bajar û navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê meş û çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin ku dê bi tu awayî rê nedin dewleta tirk ku axa wan bê dagir kirin û ev peyam hate dayîn: “Ji faşîzm û dagirkeriya dewleta tirk re na.’

Ev demekî dirêje ku di serî de serokê giştî yê AKP’ê Erdogan, rayedarên dewleta tirk gefa dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê dixwin. Şevê din di navbera Erdogan û serokê DYA’yê Donald Trump de hevdîtineke telefonê çêbû. Piştî hevdîtinê jî Qesra Spî daxuyaniyek da û rê da hewldana dagirkeriyê ya dewleta tirk. Li ser vê yekê jî hêzên koalîsyonê yên li ser sînorê Serêkaniyê û Girê Spî vekişiyan.

Bi armanca şermezarkirina gefên dewleta tirk û biryara vekişandina hêzên koalîsyona navneteweyî, îro bi tevlêbûna bi dehhezaran welatiyên ji hemû pêkhateyan, li Tirbespiyê, Girkê Legê, Til Koçer, Til Birak, Girê Spî, Dêrik û Til Hemîsê meş û çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de pankartên weke ‘Ji Osmaniya nû re na’, ‘Bijî yekitiya gelan’, ‘ Ji dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re na’ , ‘Dewleta dagirker a tirk, dagirkeriya talan û diziyê ye’, ‘Meşa gelan a li dijî dewleta dagirker a tirk’, ‘Bimre dagirkerî, bijî biratiya gelan’, ‘Ji hebûna Tirkiyeyê ya li ser xaka me re na’, ‘Ji terorîst Erdogan re na’ û ‘Bi vîna jinên azad em ê dagirkeriyê hilweşînin’ hatin vekirin.

Tirbespiyê

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirinê de îro li Tirbespiyê bi tevlêbûna bi hezaran welatiyan meşeke girseyî hate lidarxistin. Di meşê de welatiyan dirûşm berz kirin û dewleta tirk şermezar kir. Meş li ber Akademiya Şehîd Yekta Herkol veguherî mîtîngê. Di axaftinên çalakiyê de bang li hemû pêkhateyên herêmê hat kirin ku li dijî gefên dewleta tirk bi yek destî li ber xwe bidin. Çalakvanan da zanîn ku dewleta tirk hewl dide heman senaryoya li Efrînê li vir jî dubare bike. Meş bi dirûşman bi dawî bû.

Girkê Legê

Li Girkê Legê jî bi tevlêbûna bi hezaran welatiyan meş hat lidarxistin. Di çalakiyan de şêniyên navçeyê û gundewarên wê û nûnerên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî amade bûn. Meş ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û heta navenda navçeyê dom kir. Welatiyan di çalakiyê de destnîşan kir ku dewleta tirk bi salane hewl dide gelê kurd qir bike û îradeya wê têk bibe. Beşdaran daxuyand ku hêza wan heye ku li dijî hemû êrîşan li ber xwe bidin û bang li hemû pêkhateyan kirin ku ji bo parastina rûmet, azadî û xaka xwe li ber xwe bidin.

Til Koçer

Çalakiya li Til Koçerê jî li navenda bajêr dest pê kir û di meşê de welatiyan dirûşm berz kirin. Çalakvanan got ku dewleta tirk hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe. Welatiyan destnîşan kir ku dewleta tirk hêzeke dagirker e û divê hemû kes li dijî êrîşên wê li ber xwe bide. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

Til Birak

Pêkhateyên navçeya Til Birak a herêma Cizîrê jî bi heman boneyê meşek li dar xist. Meş li ketina navçeyê de dest pê kir û li Çerxerêya Şehîdan a li naverasta navçeyê veguherî mîtîngê. Çalakvanan di çalakiyê de ji ewil gefên dewleta tirk şermezar kirin. Çalakvanan destnîşan kir ku hemû pêkhateyên herêmê bi hêzên HSD’ê re ne û amade ne ku hê zêdetir şehîdan bidin da ku xaka xwe ya bi xwîna ciwanên wan hatiye avdan ,bernedin. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

Girê Spî

Li dijî gefên dewleta tirk ên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran şêniyên kantona Girê Spî jî herikîn ser sînor û çalakî li dar xistin. Şênî bi dehan erebeyan ji ber Çerxerêya Alem ber bi gundê Mişêrfa Azo yê li rojhilatê Girê Spî ve çûn. Şênî li gund çûn ser sînor û dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. Welatî ji wir jî ber bi gundê Til Nisê ve meşiyan. Li wir jî çalakvanan dest bi çalakiya mertalên zindî kir. Li taxa Minbeteh a Girê Spî jî welatiyan çalakiya mertalên zindî pêk anî. Hat zanîn ku dê rojane welatî biçin cihên çalakiyan û tev li çalakiya mertalên zindî bibin.

Dêrik

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê jî bi heman boneyê di serî de li Qada Azadî ya bajar kom bûn û li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta tirk meşiyan. Di çalakiyê de welatiyan dirûşmên ‘Ji dagirkeriya Tirkiyeyê re na’ û ‘Bijî berxwedana HSD’ê’ berz kirin. Piştre jî di çalakiyê de axaftin hatin kirin û wiha hat gotin: “Ji faşîzm û dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê re na. Dê gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji gefên Tirkiyeyê re bêdeng nemîne. Dîroka dewleta tirk bi komkujiyan dagirtî ye. Divê gelên herêmên bibin yek û li dijî faşîzmê têbikoşin. Çawa ku em li Kobanê bi ser ketin, em ê li di vî şerî de jî bi ser bikevin.”  Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

Til Hemîs

Li Til Hemîsê jî bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhateyan herêmê meş û çalakî li dar xist. Meş li ber avahiya Meclisa Til Hemîsê dest pê kir. Di çalakiyê de girseyê bênavber dirûşma ‘Gelê Sûriyeyê yek e’ û ‘Ji êrîşên Erdogan re na’ berz kirin. Meş li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de gefên dewleta tirk hat şermezarkirin. Çalakvanan diyar kir ku dewleta tirk zagonên navdewletî binpê dike û li dijî ewlehiya cîhanê şer dike. Welatiyan da zanîn ku dewleta tirk dixwaze heman polîtîkaya guherandina demografyaya herêmê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar