Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Gelên Rojava heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê li qadan bin

Ciwanên Dêrazor, Reqa û Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daketin qadan û qedexeya hevdîtina bi Rêber Apo re şermezar kirin. Ciwana ev peyam dan: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê mîsogerkirin, em ê li qadan bin.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin û 38 sal in agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Dostên kurdan di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cihanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin û di qonaxa duyemîn a misogerkirina azdiyê de bênavber didome. Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Meşa bi meşaleyan li herêma Seba Kîlo bi beşdariya bi dehan nûnerên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, hate lidarxistin. Meş ji pêşiya nexweşxaneya bajêr destpê kir û ber bi çerxerêya Meamil ve bi rê ket.

Li wir, endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Dêrazorê Rewde El Hisên li ser navê beşdaran daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û soza domandina têkoşîn û berxwedanê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, hilweşandina faşîzmê û avakirina civakeke demokratîk li gorî fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn.

Meş ji qada agirkujiyê ya Reqayê heta bi navenda ciwanan destpê kir. Li navenda ciwanan li ser navê ciwanên şoreşger hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyayê ya Reqayê Lutfiye El Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê soz didin Rêber Abdullah Ocalan û tevahî gelên herêmê ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe û gihandina fikrên wî yên azad ji bo tevahî gelan ranawestin.”

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Minbicê meşeke bi meşaleyan lidar xist. Di meşê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, partiyên siyasî, meclisên sivîl, Rêveberiya Xweser a kantona Minbicê, Desteya Ciwanan û Werzîşê û şênî beşdar bûn.

Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Firatê destpê kir û ber bi Çerxerêya Seba Behrat ve bi rê ket. Li wir hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantonê Hisên Begarî got: “Îro şêniyên kantona Minbicê li hemberî kiryarên li ser Rêberê gelên azad Rêber Abdullah Ocalan serî hildidin. Fikrê Rêbertî em ji teror, desthilatdarî û kapîtalîzmê xelas kirin. Em cezayên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan jî şermezar dikin.”

Begarî wiha domand: “Bi têkoşîn û berxwedana xwe em ê dîwarê Îmraliyê hilweşînin. Bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan em ê azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin û xwe ji bo wî feda bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar