Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Gelên Rojava ji bo azadiya Efrînê daketin qadan

Gelên rojavayê Kurdistanê bi wesîleya 6’emîn salvegera dagirkirina Efrînê daketin qadan. Welatiyan sûcên şer ên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li herêmê şermezar kirin û banga azadkirina Efrînê kirin.

 

Bi wesîleya 6’emîn salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş hatin lidarxistin.

Li Kobanê gel daketin qadan

Ji qada Şehîd Egîd heta qada Jina Azad a bajarê Kobanê meşek girseyî hate lidarxistin. Di meşê de gelek kes, nûnerên saziyên sivîl, tevgerên jinan û partiyên siyasî jî amade bûn.

Hevserokê Saziya Ekolojiyê ya Kantona Firatê Almas El Romî jî got, “Dewleta Tirk ji têkçûna çeteyên DAIŞ’ê ya ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hezm nekir. Lewma dewleta Tirk a dagirker êrîşî Efrînê kir û dagir kir. Dewleta Tirk a dagirker erdên Efrînê dagir kir, darên wê birîn û şewitandin. Em dengê xwe li dijî dewlet û çeteyên wê bilind bikin. Em wan ji axa xwe derxînin. Divê gelê Efrînê vegerin ser axa xwe û malên xwe.”

Di meşê de dirûşma “Berxwedan jiyan e” hat berzkirin.

Gelê Reqayê dagirkirina Efrînê şermezar kirin

Koçberên Efrînê, endamên rêxistinên sivîl, PYD, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Meclîsa Jinê ya Zenûbiye li bajarê Reqayê daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniya li Xaçerêya Naîmê hat dayîn de endamê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ebdulhemîd El Berazî axivî û got, “Em careke din dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar dikin. Piştî dagirkirina 6 salan a Efrînê îro li herêmê li dijî gel, kevir û daran sûcên dijmirovahî tên kirin. Dagirker dixwazin nasnameya gelê Efrînê tune bikin. Xwezayê wêran dikin, daran dibirin û dişewitînin. Jin hedefa dagirkeran de ne.”

Li Tebqayê banga azadkirina Efrînê

Di meşa ku li Tebqayê hat lidarxistin de gelek kes di nav de Rêveberiya Sivîl, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, tevgerên jinan, ciwan û rûspiyên eşîran amade bûn.

Li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Hind El Elî axivî û got: “Heta ku Efrîn rizgar bibe û dagirkerên Tirk ji herêmê bên derxistin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dewleta Tirk a dagirker Efrînê dagir kir û dixwaze demografiya xwe biguherîne, lê belê ev hewldan ji aliyê gelê ku li derdora hêzên Efrînê kom bûne ve vala hat derxistin.”

Li Minbicê çalakî

Endama Nûnertiya Koçberan a Şehba-Efrînê Fatme El Ehmed di daxuyaniyê de diyar kir ku jin li dijî dewleta tirk a dagirker berxwedaneke lehengî nîşan da. Fatme El Ehmed bi bîr xist ku lehengên weke şehîd Avêsta Xabûr, Barîn Kobanê û Karker hene û got ku jinên Efrînê heta kêliya dawî li ber xwe dan ku axa xwe neterikînin.

Helebiyan bertek nîşanî bêdengiya qada navneteweyî dan

Gelek kes ji taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, şehîdên Efrînê û gerîlayan hatin hilgirtin.

Rêveberê HPC’ê Fehmî Hemid piştî meşê daxuyaniyek da û bertek nîşanî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî qirkirina dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê da.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Rewşan Mihemed bang li hêzên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku ji herêmên dagirkirî vekişe.

Li Şehbayê biryardariya berxwedanê

Koçberên ji Efrîn û Şehbayê jî bi boneya salvegera dagirkeriyê daketin qadan. Bi hezaran kesên di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, çiqilên zeytûnê û wêneyên şehîdên komkujiyê hilgirtin.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mistefa Hesen diyar kir ku ew berxwedana gelê Efrînê silav dikin. Mistefa Hesen got, “Gelê Efrînê bi îradeya xwe ya azad û berxwedaneke mezin li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker parastina rûmeta xwe kir.”

Endamê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê Muşîr Reşîd jî wiha got: “Gelê Efrînê weke şehîd Avêsta, Barîn Kobanê û şehîdên din 58 roj in li dijî êrîşên dijmin berxwedaneke mezin nîşan didin. Li dijî êrîşên dagirkeriyê bi Berxwedana Serdemê li ber xwe didin.”

Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar